Welatiyên ku dixwestin biryara “qedexeya qadên ewlehiyê” şermezar bikin û li hemberi operasyonan rawestin di 17'ê Tebaxê de çalakiya mertalên zindî li çiyayê Bagokê yê Mêrdînê dabûn destpekirin. Welatiyên Nisêbînî û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Enîse Guneylî dema xwestin derbasî cihê çalakiyê bibin rastî astengkirina leşker û polîsan hatin. Sekna welatiyan a di bin germa zêde de berdewam dike.
Welatiyên dixwestin biryara “qedexeya qadên ewlehiyê” şermezar bikin û li hemberî operasyonan rawestin di 17'ê Tebaxê de çalakiya mertalên zindî li çiyayê Bagokê yê Mêrdînê dabûn destpekirin. Çalakî bi nobeta hemû navçeya berdewam dikir. Welatiyên ku xwestin nobeta xwe dewr bigirin û ketin rê ji aliyê leşker û polîsan hatin rawestandin.
Welatiyên ku di nava wan de Dayikên Aştiyê, rêxistinên HDP-DBP’ê yên Nisêbînê, endamên Meclîsa Şaredariya Nisêbînê jî di nav de li nav bajarokê Girêmîra û Marînê yên girêdayî Nisêbînê hatin sekinandin. Hat ragihandin ku parlamentera HDP’ê Enîse Guneylî ji bo derbasî cihê çiyayê Bagokê bibin bi Waliyê Mêrdînê re axiviye lê bersiva ‘Ti û ajokarê maşîneya xwe tenê karin biçin, wekî din kes nikare biçe qedexe ye’ girt.
Sekna welatiyan di bin germa zêde li cihê astengkirinê hê didome.