Yuksekdag: Îradeya vê hikûmetê ya aştiyê bike nîne

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag got, “Vê hikûmeta heyî ji bo pêkanîna aştiyê xwesteka xwe ya herî biçûk winda kiriye. Kêrhatin û îradeya ku aştiyê saz bike tine ye.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag got, “Vê hikûmeta heyî ji bo pêkanîna aştiyê xwesteka xwe ya herî biçûk winda kiriye. Kêrhatin û îradeya ku aştiyê saz bike tine ye. Kêrhatin û îradeya ku aştiyê saz bike tine ye. Hilbijartinê nîşan da, qada aştî, civakîbûyîn û demokrasî weke hêz û dînamîkeke civakî pêş dikeve.”

Akademîsyen ji bo polîtîkayên şer ên AKP'ê, bi dawîbûna agirbestê û rêyên avakirina aştiyê di forma "Akademîsyen aştiyê nîqaş dikin" de hatin gel hev.

Ji gelek zanîngehan akademîsyen ji bo li hemberî polîtîkayên AKP'ê yên şer rêyên aştiyê ava bikin di forma bi navê "Akademîsyen aştiyê nîqaş dikin" a li Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya Stenbolê hat lidarxistin de hatin gel hev. Di formê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Doç. Dr. Nuray Mert, Prof.Dr.Gençay Gursoy,  Doç. Dr. ê Alîkar Ozgur Muftuoglu, Prof. Dr. Tahsîn Yeşîldere û Esra Mungan her wiha parlamenterên akademîsyên ên HDP'ê Beyza Ustun, Mîthat Sancar, Sezaî Temellî û hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Ayşe Erdem û Cesîm Soylu jî amade bûn.

Axaftina vekirinê ji aliyê Gençay Gursoy ve hat kirin. Gursoy diyar kir ku ji ber şerê li herêmê ciwanan baweriya xwe ya bi siberojê winda kirine û wiha got: "Hêviya bi siyaseta demokratîk kêm dibe. Ji bo şer bi dawî bibe divê alî destê xwe ji ser tetîkê bikişînin."

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di axaftina de diyar ku, wê aştî bi zimanê aştî û çareserker ê siyasetê wê pêk bê û dirûşma, “Em ê şer bi we nedin kirin” bi bîr xist û got, “Divê em behsa plana tevgerê ya vê bernameyê ya bi awayê herî bi bandor bê jiyîn, bikin. Divê em behsa sazkirina aştiyê û plana avakirina aştiyê bikin.”

Yuksekdag got ku mirov dikare aştiyê di van şert û mercan de bi dînamîkên civakî re ava bike û wiha axivî, “Vê hikûmeta heyî ji bo pêkanîna aştiyê xwesteka xwe ya herî biçûk winda kiriye. Kêrhatin û îradeya ku aştiyê saz bike tine ye. Hilbijartinê nîşan da, qada aştî, civakîbûyîn û demokrasî weke hêz û dînamîkeke civakî pêş dikeve.”

Yuksekdag da zanîn ku encamên herî giran ên şer li bajarên Kurdan rû didin û got ku ev ne tesadufek e. Yuksekdag wiha dewam kir: “Di avakirina demokratîk de navendên herî bi rêxistinkirî bajarên Kurdan in. Şêwazê avakirina jiyana nû ya li hemberî statukoyê xwe li wir nîşan daye. Dema mirov li encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê binêre, wê mirov rastiyek cuda bibîne. Me got ku ne tenê sindok tên danîn, siberoj tê hilbijartin. Piştî encaman desthilatdariya statukoparêz û serdest ku nûnertiya wê îro Qesr û AKP dike li herêmê binketineke stratejîk girtine. AKP bûye partiya tabelayê. Ji sedî 95’ê gel helwesta xwe li gorî HDP’ê, li gorî aştiya siyasî daniye. Ev tê wateya ku kevneşopiya siyaseta dewletê bi helwestek dîrokî re rû bi rû bimîne.”

Akademîsyen û rojnamevan Nûray Mert jî bal kişand ser nûçeyên şer ên di medyayê de. Civîn  ji çapemeniyê re girtî bi axaftina akademîsyenên beşdar didome.