Tevgera polîs û leşkeran li Farqînê dîsa destpê kir
Tevgera polîs û leşkeran a li navçeya Farqîn a Amedê dîsa destpê kir. Rêyên ketin û derketinê yên navçeyê hatine girtin, di rêya Taxa Boşatê de li pey hev teqîn çêbûn.
Tevgera polîs û leşkeran a li navçeya Farqîn a Amedê dîsa destpê kir. Rêyên ketin û derketinê yên navçeyê hatine girtin, di rêya Taxa Boşatê de li pey hev teqîn çêbûn.
Tevgera polîs û leşkeran li navçeya Farqîn a Amedê dîsa destpê kir. Rêyên ketin û derketinê yên navçeyê hatine girtin, di rêya Taxa Boşatê de li pey hev teqîn çêbûn.
Di saetên êvarî de li navçeya Farqîn a Amedê tevgera bi piştgiriya helîkopteran a polîs û leşkeran çêbû. Di dema ku ketin û derketina navçeyê hat girtin de, li taxa Boşatê saet di navbera 16:30 – 18:30’an de li pev hev teqîn çêbûn. Tê diyarkirin ku sedêma teqînan, teqemeniyên li rêyan hatine bicihkirin e. Hat ragihandin ku li cihê teqîn rû daye gelek wesayîtên zirxî yên kobra, dûpişk, kirpî hene û tevgera helîkopteran jî heye.