Çeteyên El Nusra endamekî YPG’ê revandin

Fermandariya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku endamê wan Cemal ê Karê Têkiliyên Derve dikir dema li derveyî Kantonê li ser erka xwe bû ji aliyê Cephet El Nusra ve hatiye revandin.

Fermandariya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku endamê wan Cemal ê Karê Têkiliyên Derve dikir dema li derveyî Kantonê li ser erka xwe bû ji aliyê Cephet El Nusra ve hatiye revandin. Fermandariyê Cephet El Nusra hişyar kir ku ger di demeke kurt hevalê wan radestî wan neyê kirin wê mafê xwe yê bersivdayînê bi kar bînin.

Fermandariya YPG’ê ya Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku endamê wan bi navê Cemal ên Karê Têkiliyên Derve dikir dema li ser erka xwe bû 14’ê Tebaxê 2015’an agahiya wan pê tine. Fermandariyê dest nîşan kir di encama lêkolîna wan de aşkera bûye ku endamê wan bi navê Cemal dema li derveyî Kantona Efrînê li ser erka xwe bû, ji aliyê Cephet El Nusra ve hatiye revandin. Fermandariyê da xuyakirin ku endamê wan ê bi navê Cemal bi temen e, rewşa wî ya tenduristiyê jî nebaş e û ji jiyana wî bi fikar in.

Di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya YPG’ê diyar kir ku ger di demeke kurt de hevalê wan radestî wan neyê kirin wê mafê xwe yê bersivdayînê bi kar bînin.