Nasnameya 3 şervanên YPG’ê hat aşkerakirin

YPG’ê nasnameya 3 şervanên di berxwedana Dibistana Serzorî de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

YPG’ê nasnameya 3 şervanên di berxwedana Dibistana Serzorî de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir û sersaxî ji malbatên şervanan re xwest:  

YPG'ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê de got, “Destketiyên me yên îro encama berxwedana ku yekîneyên me li Kobanê da nîşan dan, hişt cîhan şewq bimîne. Ev hemû bi saya şehîdên me yên ku destanên lehengî û fedakariyê dan nivîsandin di rûyê çeteyên DAIŞ'ê de.

Sala bihurî hemû herêmên Rojava û Şengalê bûn armanca êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ'ê, bi taybet Kobanê ya ku bi lehengî li ber xwe da û bi sedan şehîd da, ji wan şehîdan rêhevalên me Bawer , Cegerxwîn û Serxwebûn ên bi xwîna xwe ya zelal axa welatê xwe şîn kirin û bûn stêrk li asîmana Rojava.

Em jî wek YPG'ê û YPJ'ê bi rêzdarî hevalên xwe û tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin, ji hemû malbatên Şehîdan re sersaxî dixwazin û soza şopdariya rêya şehîdan didin.

Nasnameye şehîdan wiha ye :

 

Nasnav: Bawer Sîpan

Nav: Elî Bozan

Navê dayikê: Edle

Navê bav: Omer

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: 16.09.2014 Kobanê -Dibistana Serzorê

 

Nasnav: Cegerxwîn Kobanê

Nav: Xelîl Xelîl

Navê dayikê: Helîme

Navê bav: Mustefe

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: 20.09.2014 Kobanê

 

Nasnav: Serxwebûn Xerîb

Nav: Mehmûd Hesûn

Navê dayikê: Sare

Navê bav: Xelef

Cih û dîroka şehadetê: 16.09.2014 Kobanê -Dibistana Serzorê”