Şerê qirêj ê AKP'ê li Toûloûse hat şermezarkirin

Polîtîkayên şerê qirêj ên dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne, li Başûrê Fransa bajarê Toûloûse bi mîtîngekê hat şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Navenda civaka Demokratîk a Kurd li Meydana Capîtolê hat lidarxistin û Komeleya Elewiyan a Demokratîk, Partiya Komunîst a Fransayê, Partiya Antîkapîtalîst a Nû, Rêya Karker û Partiya Çep destek dan çalakiyê.

Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk destpê kir.

Li ser navê Partiya Komunîst a Fransayê Lambert Xavîer diyar kir ku AKP û Serokkomarê Tirk Erdogan dixwaze, ya ku DAIŞ li Rojava dike, ew jî li Tirkiyeyê li hemberî Kurdan bikin. Xavîer got, "Erdogan bi qetilkirina sivîlan û bomberdûmanê re dixwaze ji nû ve şer bide destpêkirin" û destnîşan kir ku tevî her tiştî jî ew ê dîsa destekê bidin HDP'ê ya di hedefa AKP û Erdogan de ye.

Ji Partiya Çep Jean Chrîstophe Sellîn jî bang li hikûmeta Fransa û welatên Ewropayê kir ku PKK'ê ji 'lîsteya terorê' derxînin. Sellîn xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Toûloûse Alî Ataç jî xwerêveberiyên hatine ragihandin silav kir û komkujiyên AKP'ê şermezar kir.

...