3. Kongreya DBP'ê ya Awarte li Enqereyê destpê kir
3. Kongreya DBP'ê ya Awarte destpê kir. Di kongreyê de ku gelek siyasetmedar lê amade ne, ji bo hevserokatiya dîwanê Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan û Hafîze Îpek hatin hilbijartin.

3. Kongreya Awarte ya Partiya Herêman a Demokratîk îro li Enqereyê destpê kir. Di kongreyê de Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Hatîce Çoban û Bekîr Kaya, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Febrûniye Akyol û Ahmet Turk, Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, Parlamenterên Rihayê Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan, Parlamentera Agirî Leyla Zana, Parlamenterê berê yê DEP'ê Selîm Sadak û gelek parlamenterên din ên HDP'ê, endamê Meclîsa Aştiyê Îmam Canpolat, Rêveberê Malên Gel Dilşat Aktaş û gelek kes amade ne.
Di salonê de pankartên "Em Şoreşa Rojava silava dikim", "Arîn Mîrxan nemir e, ruhê hevrê Mîrxan ê fidaî wê serketinê bîne", "Serokatiya azad û nasnameya azad" û gelek pankartên din hatin daliqandin. Tevî pankartan li salonê wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku daxwazên azadiyê li ser hatin nivîsandin, hatin daliqandin.
Di salona kongreyê de tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin. Derveyî salonê polîsan bi bendan di ketina salonê de lêgerîn pêk anîn û di hundir de jî wezîfedarên DBP'ê korîdora duyemîn çêkirin. Kesên dikevin salonê lêgerîna wan tê kirin û wisa dikevin salonê.
Berê kongreyên partiyên siyaseta kurd bi girseyî pêk dihatin lê di vê kongreyê de tenê delege tevlî bûn. Ji ber di dimên dawî de gelek delege û endamên meclîsên şaredariyê hatin girtin ev yek di salonê de hat xuyakirin.
Piştre kongreyê bi rêzgirtinê destpê kir. Pişt axaftina vekirinê ji dîwana kongreyê re Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan û Hafîze Îpek hatin hilbijartin.