'Kurd wê li ber êrîşan serî netewînin'
Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan di axaftina xwe ya li 3. Kongreya Awarte ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) de destnîşan kir, ku Kurd wê li hemberî êrîşan ji têkoşîna xwe venegerin.
Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan di axaftina xwe ya li 3. Kongreya Awarte ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) de destnîşan kir, ku Kurd wê li hemberî êrîşan ji têkoşîna xwe venegerin.
Tûncer Bakirhan ê ji bo Hevserokatiya Dîwana Kongreya DBP'ê hat hilbijartin, bal kişand ser êrîşên li hemberî Kurdan tê kirin û got, "Li hemberî her şêwe êrîşan Kurd wê mafê xweparastinê bi kar bînin."
Hevşaredarê Sêrtê Bakirhan bi şermezarkirina 'operasyonên' demên dawî yên li hemberî hevşaredar, xebatkar û endamên partiya wan, dest bi axaftina xwe kir û got, "Bi pêkanîn û kiryarên me di nava 80 salan de nedîtin re, diavêjin ser malên mirovan, derî û paceyan dişikînin, mirovan binçav dikin û digirin."
'KURD WÊ MAFÊ XWE YÊ PARASTINA REWA BI KAR BÎNIN'
Bakirhan diyar kir ku tê xwestin kolan û taxên Kurdan bi fîşek û bombeyên gazê werin fetisandin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Kurd bi salan têkoşîyan. Bi salan rastî van pêkanînan hatin, lê ji têkoşîna xwe venegeriyan. Li hemberî gelekî ku li ber zext û zilmê serî nateweîne pêkanîna kiryarên bi vî rengî, em ê ti carî qebûl nekin. DBP li cem gel e, daxwaza gel e. Gelê me çi bixwaze, cihê me kêleka gelê me ye."
Bakirhan xwest ev polîtîkayên zext û êrîşan bên terikandin, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji nû ve hevdîtin werin kirin û got, "Gelê Kurd ti carî nebûye alîgirê şer û pevçûnan. Lê belê di cihê pêwîst de wê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bîne."
Bakirhan bal kişand ser dema kongre tê de pêk tê, hêvî bû bendewariyên xwe anî ziman ku kongre ji Kurdistan û Tirkiyeyê re azadî û aştiyê bîne.
'KURD WÊ GELAN AZAD BIKIN'
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek jî di axaftina xwe diyar kir ku ew hêvîdar e kongre bibe wesîleya azadiya gelên Kurdistan, Anatolî û Rojhilata Navîn. Yuksek Mûrat Bozlak, Mehmet Abbasoglû, Cîhan Denîz, Husnu Albay û Cezmî Altintaş bibîr anî û destnîşan kir ku ji bo dilsoziya bi bîranîna hevalên wan ên jiyana xwe ji dest dane, ew ê têkoşînê bilind bikin. Yuksek got, "Ez gelê me yê sivîl ê ji bo xwerêvebirinê daket kolanan û hat qetilkirin û gerîlayên HPG'ê yên ji bo piştgiriya gelê me hatin û jiyana xwe ji dest dan, bibîr tînim."
Yuksek da zanîn ku dem dema demokrasî û azadiyê ye, rejîmên vê yekê rast bixwînin wê karibin hebûna xwe bidomînin û got, "Yên nikaribin vê bikin, mîna Lîbya, Sûriye û Iraqê, wê ji holê rabin." Yuksek da zanîn ku pêşengê dînamîka guhertina li Rojhilata Navîn wê Kurd ên hatine înkarkirin bin û destnîşan kir ku Kurd wê bi xwe re gelan azad bike. Yuksek bal kişand ser Şoreşa Rojava û got, "Silav ji yên ew agir pêxistin û bilind kirin."
'PIRSGIRÊKA XWESERIYA DEMOKRATÎK BI SÎNORAN RE NÎNE'
Yuksek got, "Amed çiqasî Azad be em dixwazin Stenbol û Îzmîr jî ewqasî azad bin. Em bi biryarin vê yekê pêk bînin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em dixwazin li hev bînin. Ti pirsgirêka xweseriya demokratîk û rêveberiyên xwecihî bi sînoran re nîne. Pirsgirêka xwe bi dewletê re nîne, bi şêweyê rêveberiya îro re pirsgirêka xwe nîne.
Yuksek anî ziman ku Kurd ji ber daxwaza xwe ya xweseriyê tên qetilkirin û ji Kurdan re got, "Malên xwe neterikînin. Li ber xwe bidin. Ev êrîşên dawî ne, eger em li hemberî van li ber xwe bidin em ê azad bibin. Ez, dayikên bi rojan li Farqînê sekinînin ji vir silav dikim, destê wan maçî dikim. Ew çoyên di destê we de, ji tank û topên wan gelekî xurttir in."
Yuksek da xuyakirin ku li Gimgim, Farqîn, Lice û gelek deverên din dewletê teror meşandiye û diyar kir ku ew ê li hemberî vê yekê ji rêya xwe venegerin.
Yuksek argihand ku rêya çareseriya pirsgirêkê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştina li dora maseyê ye û got, "Bi Birêz Ocalan re hûnê li dora maseyê rûnên û muzakereyan di asteke bilindtir de bimeşînin."
Yeksek anî ziman ku civaka Tirkiyeyê şer naxwaze û da xuyakirin ku hin fermandaran gotine "Ne ji bo vî welatî ez naxwazim ji bo Erdogan şer bikim" û da zanîn ku hejmara leşkerên di nava çend rojan de li çend bajaran ji leşkeriyê reviyane 200 e.
Yuksek bal kişand ser hilbijartineke pêşwext û got, "1'ê Mijdarê ku wê hilbijartina pêşwext lê were lidarxistin, roja Kobanê ya cîhanê ye. Em ê welatê xwe jî mîna Kobanê azad bikin." Yuksek destnîşan kir ku ew ê bi HDP'ê re daxwazên rêveberiya xwe bi xwe, bi serketinê tacîdar bikin.