Polîsan li Şirnexê Taxa Yenî dorpêç kirin

Li Şirnexê Taxa Yenî ji aliyê polîsan ve hat dorpêckirin û bi wesayîtên zirxî jî hat dorgirtin. Ji taxê dengê guleyan tê.

Li Şirnexê Taxa Yenî  ji aliyê polîsan ve hat dorpêckirin û bi wesayîtên zirxî jî hat dorgirtin. Ji taxê dengê guleyan tê.

Li Şirnexê Taxa Yenî ji aliyê dehan polîs û wesayîtên zirxî ve hatiye dorpêçkirin. Ji saetên êvarê û pê ve gelek kolanên taxê bi wesayîtên zirxî hatine girtin, dîsa rêya Cizîr-Qilabanê ya li ser rêgeha taxê bi temamî ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatiye girtin. Di operasyona ku bi dehan polîsên tîmên taybet tevlî bûne de cih cih dengê guleyan bilind dibe. Di taxa ku ketin û derketina wê bi temamî ji aliyê polîsan ve hatiye girtin de operasyon hê didome.