Gelê Farqînê: Ne hevşaredar aştî hat girtin
Gelê Farqînê nerazîbûn nîşanî girtina hevşaredarên Farqîn û Sûrê dan. Farqîniyan gotin, “Ne hevşaredar, aştî hat girtin.”
Gelê Farqînê nerazîbûn nîşanî girtina hevşaredarên Farqîn û Sûrê dan. Farqîniyan gotin, “Ne hevşaredar, aştî hat girtin.”
Gelê Farqînê nerazîbûn nîşanî girtina hevşaredarên Farqîn û Sûrê da. Farqîniyan gotin, “Ne hevşaredar, aştî hat girtin.”
Hevşaredarên Farqîn û Sûrê ku di çarçoveya qirkirina siyasî de hatin girtin, gel nerazîbûn nîşan da. Rêveberê DBP’ê Mufît Çapan got, "Ez jî wek rêveberê DBP’ê girtina hevşaredaran şermezar dikim. Bi vî awayî îradeya me neşikandin wê nikaribin bişkînin.”
Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Akkan Başaran jî destnîşan kir ku girtina Hevşaredaran tenê rewşeke siyasî ye û wiha dewam kir, “Hevalên me tenê daxwaza ‘Em dixwazin bi rêveberiyek xweser bêne rêvebirin’ kirine. Di rastiyê de daxwazeke ne sûc e. Girtina van hevalan bi temamî operasyoneke qirkirina siyasî ye. Gel wê li hemberî vê nerazîbûna xwe nîşan bide. Girtina hevşaredaran nayê pejirandin.”
Kerem Canpolaten jî destnîşan kir ku divê gel xwedî li hevşaredarên xwe yên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatine girtin derkeve û got, “Çima hikûmeta AKP’ê di pêvajoyeke ku em aştiyê dixwazin û bawer dikin de gelek tişt nîşan dan. Tim hin tişt ji xwe re kir hincet û berê xwe da derdorên din. Hevşaredarên me bi awayekî ne heq hatine girtin. Em vê yekê şermezar dikin.”
Canpolaten herî dawî jî wiha got, “Em dixwazin hemû gelê me bi awayekî demokratîk nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Eger em nerazîbûnên xwe nîşan nedin wê dor bê hevserokên din jî. Ev dewlet dewleteke bê tehemul e. Her tim behsa demokrasiyê dike, lê ji bo demokrasiyê tiştekî nake. Em dixwazin pêvajoya çareseriyê dîsa dewam bike. Em li dijî her mirinê ne. Em naxwazin gerîla jî, leşker jî bêne kuştin. Em dixwazin gelê me xwedî li îradeya xwe derkeve.”