HDP'ê xwest terora dewletê ya li Şemzînanê bê lêkolînkirin

Parlamterê HDP'ê Akdogan diyar kir ku dewlet li Şemzînanê serî li kiryarên rewşa awarte dide û ji Meclîsê xwest mijarê lêkolîn bike.

Parlamterê HDP'ê Akdogan diyar kir ku dewlet li Şemzînanê serî li kiryarên rewşa awarte dide û ji Meclîsê xwest mijarê lêkolîn bike.

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, der barê terora dewletê ya li Şemzînanê de pêşniyarnameya lêkolînê pêşkêş kir.

Akdogan da xuyakirin ku AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dest bi kiryar û pêkanînên ewlekariyê yên welêt ber bi şerekî navxweyî ve dibe kirine û bal kişand ser pêkanînên rewşa awarte yên li Şemzînanê.

Akdogan anî ziman ku dewletê, şerê di navbera gerîla û hêzên ewlekariyê yên dewletê yên li nêzî Şemzînanê de hincet nîşan da û li navçeyê dest bi pêkanînên rewşa awarte kiriye.

Akdogan got, "Têkiliya navçeyê bi cîhana derve re hatiye birîn û ketin û derketina ji navçeyê hatiye astengkirin. Parlamenter û nûnerên bajêr ên hatine hilbijartin jî bi rojan nekarîne bikevin navçeyê. Di nava 4-5 rojên têkiliya navçeyê bi cîhana derve re tinebû de, hêzên ewlekariyê gule li gundê Şapatanê reşandine, gelek caran top avêtine gund û di encamê de zêdeyî 10 xaniyan xisar dîtine, gelek mal xera bûne. Bi heman rêbazan li dijî Taxa Meydanê êrîş hatiye kirin. Ji ber êrîşa li hemberî welatiyê bi navê Tahîrhan Ozel, 4 welatî birîndar bûn. Her wiha li sîteya pîşesaziyê, ji ber topbaranê 7 wesayît hatin rûxandin. Ji ber topbarên li van her sê cihan, rez û dehlên welatiyan zerar dîtin, xera bûn. Her wiha li 11 nuqteyan ji ber topbaranê şewat derket."

Parlamenterê HDP'ê Akdogan, ji bo bûyerên li Şemzînanê qewimîn werin lêkolînkirin û berpirsyar werin darizandin ji Meclîsê xwest, dest bi lêkolînê bike.