Çalakiyên ji bo bîranîna Ekîn Wan: 13 leşker hatin kuştin

HPG'ê da xuyakirin ku di çalakiyên ji bo bîranîna gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan de 13 leşkerên Tirk hatin kuştin. HPG'ê her wiha diyar kir ku artêşa Tirk di bomberdûmanan de bombeya napalmê bi kar aniye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku li dijî operasyon û êrîşên li Kurdistanê, gerîlayên HPG û YJA Starê çalakiyên bi bandor lidar dixin.

Di daxuyaniya nivîskî ya HPG'ê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 19'ê Tebaxê saet di 14:10'an de li rêya bejahî ya di navbera navçeyên Sêrt Xizxêr û Berwariyê de, gerîlayên me ji bo bîranîna hevala me Ekîn Wan a di 10'ê Tebaxê de şehîd ket, çalakiyeke sabotajê lidar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîteke mezin a leşkerî hat îmhakirin. Di encama vê çalakiyê de bi zelalî 12 leşker mirin, 3 leşker jî bi giranî birîndar bûn. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi helîkopterên Kobra herêma çalakiyê bomberdûman kir, piştre bi desteka cerdevanan li qada Xizxêr û Delemanê dest bi operasyonê kir.

19'ê Tebaxê saet di navbera 19:20-20:40 de gerîlayên me li ser rêya navbera navçeyên Amed Lice û Pasûrê de kontrola rê kirin û der barê pêvajoyê de agahî dan gel.

17'ê Tebaxe saet di 05:00 de li ser rêya Qerebaxan-Elezîzê hêzên me yên YJA Starê ji bo bîranîna hevala me şehîd Ekîn Wan çalakiyek lidar xistin. Di dema pêkhatina çalakiya sabotajê de şerekî demkurt qewimî û li vir çawişekî pispor hat kuştin, cerdevanek jî birîndar bû.

20'ê Tebaxê saet di 07:20'an de li hemberî qereqola Verkalit a li navçeya Sêrt Hawêlê, gerîlayên me çalakiyek lidar xistin. Di encama vê çalakiya sûîqestê de leşkerek hat kuştin û bi çekên ferdî û giran, mewziya çeka giran a A-4 lê bû hat rûxandin, li vir jî leşkere hat kuştin.

20'ê Tebaxê saet di 00:45'an de, gerîlayên me stasyoneke bazê ya Turkcellê ya di navbera gundên Sevanê û Hawrê yên navçeya Êlih Hezoyê hedef girtin û ev stasyon rûxandin.

19'ê Tebaxê saet di 16:15'an de li hemberî qereqola Simer a li navçeya Êlih Hezoyê gerîlayên me çalakiyek pêk anîn. Di çalakiya sûîqestê de leşkerek hat kuştin. Hejmara kuştî û birîndarên li mewziya hat rûxandin, nehat aşkerakirin.

Di 19'ê Tebaxê saet di 13:00 de, li dijî artêşa TC a amadekariya operasyona li rêgeha navçeya Amed Hênê dikirin, gerîlayên me xwe berdan nava baskekî êrîşî yê operasyonê. Di encama lêdana bi çekên ferdî de leşkerek hat kuştin.

19'ê Tebaxê saet di 15:00 de artêşa T.C li qada Nêrduşa ya di navbera navçeyên Colemêrg Şemzînan û Geverê de ye, bi maşînên zirxî derket operasyonê. Di vê operasyonê de artêşa T.C bi çekên giran gule li derdorê reşand. Li ser vê yekê gerîlayên me bi çekên giran bersiv dan. Saet di 19:00 de jî qereqolên Durê, Vakifê û Harûna obus û hawan avêtin qadên Nêrduşa û Xumarokê. Operasyon di heman wextê de bi awayekî bê encam mayî, bi dawî bû.

MAŞÎNA ZIRXÎ BI TEMAMÎ HAT RÛXANDIN

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşît Serdar de, roja 19'ê Tebaxê saet di 01:30 de gerîlayên me li hemberî 2 maşînên zirxî yên li taxa Yeşîldere ya navçeya Colemêrg Geverê li dewriyê digeriyan, çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de maşîneke zirxî bi temamî hat rûxandin. Hejmara mirî û birîndarên di vê çalakiyê de nehat zelakirin. Piştî çalakiyê 3 ambûlans hatin cihê bûyerê û mirî û birîndar rakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşît Serdar re roja 19'ê Tebaxê saet di navbera 07:30-09:30 de gerîlayên me bi çekên giran li qereqolên Êrîş û Bilican ên li ser xeta sînor a Herêma Zapê ne, xistin. Di vê çalakiya bi hawanan de, mewziyek li qereqola Bilicanê bi temamî hat rûxandin. Piştî vê çalakiyê artêşa Tirk bi maşîneke zirxî mirî û birîndarên xwe rakiriye. Li dû çalakiyê qereqolên Êrîş û Bilicanê obus û hawan avêtin derdorê.

20'ê Tebaxê saet di 12:00 de gerîlayên me li hemberî qereqola Rûbarok a li xeta sînorê Avaşînê, bi hawanan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de nîzaniya qereqolê hedef hat girtin û derb li maşînên li ber nîzaniyê sekinî, hat xistin.

19'ê Tebaxê saet di 19:45'an de li hemberî 2 stasyonên baz ên Turkcell û Avea yên li gundê Turkmen ê ser bi navçeya Agirî Bazîdê, gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de stasyonên baz bi temamî hatin rûxandin.

19'ê Tebaxê saet di navbera 18:00-19:00 de di navbera yekîneyeke tevger taybet a li derdora girê Şehîdan ê li Tendurekê kemîn danîbûn û yekîneyeke gerîlayên me de şer derket. Piştî vî şerê demkurt gerîlayên me manewra kirin. Helîkopterên Kobra jî herêm bomberdûman kirin.

19'ê Tebaxê saet di 21:45'an de li hemberî girekî qereqola Dizê ya li Colemêrgê, gerîlayên me çalakiyeke sûîqetê pêk anîn û li vê derê leşkerek hat kuştin.

19'ê Tebaxê saet di 23:00 de gerîlayên me stasyoneke baz a Avea, Turkcell û Vodafone ya li gundê Bêkendê yê navçeya Sêrt Misricê hedef girtin û di encamê de stasyona bazê bi temamî hat rûxandin.

Ji 17'ê Tebaxê û vir ve rêyên di navbera Dêrsim-Erzîngan û Dêrsim-Pilûrê di bin kontrola gerîlayên me de ne. Tevî kontrola nasnameyan, her wiha der barê pêvajoyê de gel tê agahdarkirin.

19'ê Tebaxê elektrîka qereqola Çanbûlakê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye qutkirin û hînê elektrîk ji qereqolê re naçe."

ARTÊŞA TIRK NAPALM BI KAR ANÎ

HPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku artêşa Tirk Napalm bi kar aniye û got, "19'ê Tebaxê saet di navbera 07:00-10:00 de qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê, li hemberî girê Şehîd Gafûr ê li herêma Avaşînê, saet di 17:30 de jî qereqolên Bezelê û Sîvrî li hemberî Girê Sor obus û hawan bi kar aniye. Ji ber bomberdûmanê şewat li herêmê derketiye. Roja 18'ê Tebaxê saet di navbera 17:00-17:30 de balafirên şer ên Tirk qada Şehîd Gafûr bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de artêşa Tirk bombeyên Napalm bi kar aniye."

ÊRÎŞA BI OBUS Û HAWANAN

Di dewama daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "19'ê Tebaê saet di navbera 18:00-19:00 de qereqola Elemun a li ser sînorê Metîna, obus û hawan avêtiye Girê Şehîdan û qada Dola Bunalimê. Her wiha ji saet 18:00 ê heman rojê heta saet 06:00 ê 20'ê Tebaxê, qereqolên Tepê Yekmal, girê Aruş, Elemun û Serbesta; quntarên girê Kuroşîno û Şehîdan bi obus, hawan û tankan bomberdûman kirine. Ji ber bomberdûmanê li herêmê şewat derketiye.

19'ê Tebaxê saet di navbera 10:30-11:00 de qereqola Bilican a li ser sînorê Zapê, saet di navbera 19:30-20:00 de qereqola Êrişê bi çekên giran derdora xwe bomberdûman kirine.

19'ê Tebaxê saet di 10:30 de artêşa T.C, derdora gundên Geliyê Marînos, Kato Bêgerê, Kato Qawalê, Kehê û qada Pira şîna yên Wan û Colemêrgê bi obus û hawanan bomberdûman kiriye."