Rapora Agirî-Diyadîn: Daxuyaniyên dewletê manîpulatîf in
Parlamentera HPD'ê û Hevseroka KCD'ê Selma Irmak rapora têkildarî înfaza du ciwanan a li navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji raya giştî re parve kir.
Parlamentera HPD'ê û Hevseroka KCD'ê Selma Irmak rapora têkildarî înfaza du ciwanan a li navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji raya giştî re parve kir.
Parlamentera HPD'ê û Hevseroka KCD'ê Selma Irmak rapora têkildarî înfaza du ciwanan a li navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji raya giştî re parve kir û diyar kir ku bûyer înfazê ji pêkanînên rêbazên JÎTEM'ê yek e. Irmak înfaz û bûyerên pêk tên AKP bi gotinên "Yên dixwazin salên 90'î paşve bînin bila baş bizanin em li Tirkiyeya berê najin" hişyar kir û wê li hemberî van polîtîkayan bi hêz rawestin.
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê 12'ê Tebaxê tîmên taybet ciwanên bi navê Muhammet Aydemir (15) û Orhan Aslan (18) ên di firinê de dixebitîn înfaz kirin. Heyeta HDP'ê têkildarî mijarê de lêkolîn kirin û bi civînek çapemeniyê encamên lêkolînê ji raya giştî re parve kirin. Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Selma Irmak, Dirayet Taşdemîr, Hişyar Ozsoy û Seher Akçinar Bayar tevlî civînê bûn.
Irmak detayên raporê ji raya giştî re parve kirin û got li navçeya Giyadînê ya Agiriyê bûyer pêk hat ji pêkanînên rêbazên JÎTEM'ê bibîr dixin yek e.
'DU ZAROK Iİ PEVÇÛNÊ DE NEHATIN KUŞTIN HATIN ÎNFAZKIRIN'
Di raporê de hat gotin ku Muhammet Aydemîr û Orhan Aslan ên hatin înfazkirin tu têkîliya wan bi rêxistin û siyasetê tinebû û welatiyên sivîl bûn. Di raporê de hat gotin ku di hevdîtinên bi şahidên bûyerê re hatin kirin û lêkolîn kirin daxuyaniyên Aydemîr û Aslan "Di pevçûnê de mirî hatin bi destxistin" rastî nîn e û di nêz de gule li serê wan hatine xistin û hatine înfazkirin.
'RAYEDAR DELÎLAN TINE DIKIN'
Di raporê de hat diyarkirin ku rayedarên li Giyadîn û Agiriyê yên polîsan û amirên mulkî agahiyên dijî hev û bi nakokî ragihandin û delîlên bûyerê bi awayekî sîstematîk hatin tinekirin. Hat gotin ku malbatên Aydemîr û Aslan hatin tacîzkirin û lêpirsîn manîpule kirin.
Di raporê de îfadeyên şahidê bi navê Nîhal Kahraman ên seat di 03.30'an de kesên rûpêş û destikên spî di destê wan de heyî bi wesayîtek spî hatin gelek bîdonên şîn birin depoyê û derdor şûştin, piştre cenazeyên hatin poşetkirin bi ambulansekê bêdengî birin cih danê. Di raporê de hat destnîşankirin ku cenaze bêyî girtek bên girtin ji cihê bûyerê hatin rakirin û delîl bi awayekî cidî ji holê hatin rakirin.
Di berdewama raporê de hate gotin ku xwediyê kargeha ku zarok lê dixebitin Recep Bîrgul gotiye ku ew dikare dîmenên kamerayan a du mehên dawî ne zarok li cem wî dixebetin bide lê piştî bûyerê ti kes ji bo ku ew şahidiyê bike nehatine cem wî.
TALÎMATA OPERASYONÊ JI AGIRIYÊ HATIYE
Di raporê de hate xuyakirin ku ev operasyon ji navenda Agiriyê hatiye birêvebirin û amîrên li Giyadînê ji vî tiştî ne agahdar in, der barê operasyonê de nehatine agahdarkirin. Heman şevê Îsmaîl Kaya yê HPG'î yê jiyana xwe ji dest daye piştî ku bi saxî hatiye girtin serê wî bi kevir ve hatiye pelçiqandin û piştre li pişt panzerê girêdane li erdê hatiye kaşkirin, ew îdîayên bi vî rengî cidî dîtine.
LI AGIRIYÊ EKÎBA JI 40-50 KESAN PÊK TÊ KÎ NE?
Di raporê de tê gotin ku çavkaniyên herêmî ji wan re gotine ku ev înfaz girêdayî ekîbeke ku ji 40-50 kesên ku girêdayî Walîtiya Agiriyê anîne ev agahî bi wan re parve kirine.
Di dawiya raporê de jî bang li hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Erdogan tê kirin tê xwestin ku dev ji vê polîtîkaya şer a li dijî gelê Kurd berde, tecrîdê bi dawî bike û wiha tê gotin: "Erdogan û hikûmeta AKP'ê divê bilez dev ji siyaseta xirakirin û tehakumê berde ji bo ku gelên me karibin bi hev re bijîn pêşiya siyaseta demokratîk veneke."
'EM LI TIRKIYEYA KEVN NAJÎN'
Piştî detayên raporê Irmak hikûmeta AKP'ê di vî pêvajoya şer de hesabên hilbijartina pêşwext û komkirina dengan dike hişyar kir û wiha got: "Em ji kesên ku dixwazin salên 90'an bînin re bibêjin ku; êdî em ne li Tirkiyeya kevin dijîn. Girseya me ya ku van polîtîkayên we yên qirêj wê bi serê we de hilweşîne heye, seknek me heye. Îro yên ku projeya HDP, Kurd û Tirkan cuda dike û yên ku berê çekan dide me heman in. Divê em di şexsê Giyadînê de sekna xwe nîşan bidin.
Irmak wêneyên ku kişandine yên xwestin delîlên li herêmê reş bikin bi xebatkarên çapemeniyê re parve kirin.