HPG: Operasyona dagirkirinê ya artêşa Tirk didome

HPG'ê ragihand ku operasyona artêşa Tirk a li herêma Heftanînê bi veguhastina leşkeran dewam dike. HPG'ê diyar kir ku şer didome û herêma operaysonê ji hewa û bejahî ve tê bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku operasyonên dagirkirinê yên artêşa Tirk li Kurdistanê dimeşîne dewam dikin û da zanîn ku artêşa Tirk li herêma Heftanînê ya di navbera xeta sînor a Şirnexê û Herêmên Parastinê yên Medyayê de ye, bi veguhastina hêzên leşkerî operasyonê berfireh dike.

BOMBERDÛMANA DIJWAR

HPG'ê ragihand ku ji hewayê bi balafirên şer, ji bejahî ve jî bi topan herêm tê bombekirin û der barê operasyonê de ev agahî da:

"Ji saet 00:00 ê 19'ê Tebaxê û pê ve qereqola Tepê Meymûn ê li ser xeta sînor a Heftanînê ye, bi hawan, obus û tankan qada Şehîd Kendal daye ber topan. Ji saet 11:00 û pê ve artêşa Tirk hewl daye sînor derbas bike û di navbera leşkerên Tirk û gerîlayên me de şer destpê kiriye. Şer li hin cihan dewam dike. 

Her wiha saet di navbera 13:30 - 18:00 de bi desteka pêgerên hewayî yên bê mirov, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li qada Şehîd Kendal barandine. Qereqola Tepê Şivan jî saet di navbera 13:00 - 23:00 de obus û hawan avêtiye Girê Partîzan.

ARTÊŞA TIRK LEŞKER DANÎ

Ji saet 00:00 ê 20'ê Tebaxê û pê ve, alaya topvanan a Bêcuh, qereqolên Tepê Çete û Tepê Meymûn, bi çekên giran gule li qadên Şehîd Kendal û Deriyê Davetiya reşandin. Di sibeha heman rojê saet di 09.45'an de artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky leşker daniye qada kaniya Xiyara. Piştî danîna van leşkeran artêşa Tirk ji bo bikeve qada Şehîd Kendal ji 3 baskan ve ketiye nava tevgerê. Gerîlayên me, bi derbên bi bandor li 3 mewziyên artêşa Tirk ên li nêzî qada Şehîd Kendal dane û ev mewzî ketine bin kontrola gerîlayên me. Şerê li vê derê hînê dewam dike. Li hemberî hewldanên pêşveçûnê yên artêşa T.C, gerîlayên me bi çekên giran bersivên bi bandor dane.

HELÎKOPTERÊN KOBRA NEÇAR MAN XWE VEKIŞÎNIN

Her wiha îro saet di navbera 06:00 - 09:30 de, li hemberî tevgera helîkopterên bi tîpa Kobra yên li ser xeta sînor, gerîlayên me bi çekên giran bersiv dane û Kobra neçar mane xwe vekişînin.

Agahiyên li ser veguhastina leşkerî û operasyona li herêmê wê bi raya giştî û gelê me re bi her awayî, her tim bên parvekirin."