Li Êlih û Amedê 7 kes hatin binçavkirin

Li Êlihê ji10 kesên ji bo îfadeyê çûn, 5 kes hatin binçavkirin.

Li Êlihê ji 10 kesên ku ji bo îfadeyê çûn, 5 kes hatin binçavkirin.

Li Êlihê piştî xwerêveberî hat îlankirin, dozgeriyê ji bo îfadeyê bang li 10 kesan kir û ji wan 5 kes hatin binçavkirin.

Li Êlihê piştî gel xwerêveberiya xwe îlan kir, Dozgeriya Komarê ya Êlihê ji bo îfadeya wan bigire xwest 10 kes biçin Midûriyeta Polîsan ifade bidin. Li ser banga dozgeriyê 10 kesên ku Hevserokê DBP'ê yê Êlihê û Hevşaredarên Êlihê jî hene çûn Midûriyeta Polîsan ifade bidin. Ji 10 kesên çûn îfade bidin 5 kesên di navde Hevserokê DBP'ê yê Êlihê Mehmet Candemir, Melle Zubeyir Çelik û Ferhat Atacan, Ferhat Talat Kara, Mehmet Tekin jî hene hatin binçavkirin.

Rêveberên HDP'ê yên Êlihê piştî binçavkirinê li ber Mala Gel a Musa Anter çalakî pêk anîn û binçavkirin şermezar kirin. Wekîla HDP'ê ya Êlihê Saadet Beceriklî jî bertek nîşanî binçavkirinan da û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê û Erdogan berpirsiyarê kuştin û şer e. Becerîklî xwest hevalên wan bi lezgîn serbest bên berdan.

Li navçeya Peyasê ya Amedê 2 ciwan ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin.

Li Taxa Huzurevlerî ya Peyasa Amedê 2 ciwanên ku navê wan nehat zanîn ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Polîsan 2 ciwan bi zorê li maşîneya bê plake kirin û binçav kirin. Sedema binçavkirinê ya ciwanan nehat zanîn û nehat zanîn ku ciwan birin ku. Duh jî li navçeya Rezan a Amedê ciwan hatibûn binçavkirin û li maşîneya bê plake siwar kiribûn.