Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Aydin hat definkirin

Cenazeyê şervanê HPG'ê Ahmet Aydin (Xebatkar Amed), yê li Gimgima Mûşê di şerê parastina rewa de jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat definkirin.

Cenazeyê şervanê HPG'ê Ahmet Aydin (Xebatkar Amed), yê li Gimgima Mûşê di şerê parastina rewa de jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat definkirin.

Li navçeya Gimgima Mûşê di 16'ê Tebaxê de, di şerê parastina rewa de leşker û polîsan her der da ber gule û bombeyan û şer derket. Di şerê parastina rewa de şervanên HPG'ê Ahmet Aydin (Xebatkar Amed) û Hasan Dogan (Demhat Kerboran) jiyana xwe ji dest dan. Malbatan piştî 3 rojan cenazeyên Ahmet Aydin û Hasan Dogan (Demhat Kerboran) ku li morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatibû rawestandin wergirtin. Malbata Aydin, cenazeyê kurê xwe piştî nîvro ji Meletiyê anîn û li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi girseyî defin kirin. Girsê di merasima cenaze de silogana "Şehid namirin" berz kir û defin kirin. Dema defin kirin ala kesk, sor û zer jî xistin goristana Aydin.

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafize Îpek, anî ziman ku kurd li her derê rastî êrîşê tên, lê li gel vê yekê dîsa kurd aştiyê dixwazin û şer naxwazin. Mamê Ahmet Aydin Îbrahîm Aydin jî diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û naxwazin kes bên kuştin.

Girsê piştî cenaze defin kirin derbasî mala Sersaxiyê ya Temiranê bûn.

Cenazeyê endamê HPG'ê Dogan jî dê sibê li Kerborana Mêrdînê bê definkirin.