Hevşaredarê Şemzînanê: Dorpêçî û êrîş dewam dikin

Êrîşên leşkerên Tirk ên li hemberî gundê Şapatanê dewam dike. Gundî jî, ji bo ewlekariya xwe li derdora mizgefta gund kom bûn. Gundî birîndarên xwe li gorî derfetên xwe derman dikin. Li navenda navçeyê jî gel li sûkê dicive.

Êrîşa leşkerî ya li hemberî gundê Şapatan ê navçeya Colemêrg Şemzînanê, dewam dike.

Ji ber obus û hawanên ji duh ve ji tabûra Tekelî tên avêtin, li gund zêdeyî 20 malan zerar dîtin. Di nava cihên zerar dîtine de dibistan û mizgeft jî hene. 4 kesên di êrîşê de birîndar bûne, ji ber dorpêçiya leşkeran nikarin biçin nexweşxaneyê.

Hevşaredarê Şemzînan Seferî Yilmaz, rewşa ji saet 09:30 û pê ve bi vî rengî vegot:

"Saet di navbera 07:00-08:00 de şer û pevçûnan dewam kir. Niha car carna top tên avêtin. Komeke ji 20 kesan heye ku rastî bomberdûmaneke dijwar tê. Ji duh ve agahî ji wan nayê girtin. Îro danê sibehê gel berê xwe da cihê ew lê ne. 20 kesên ji ber hilweşîna xaniyan asê man, hatin rizgarkirin û niha li herêmeke ewle ne. 

Li gund zêdeyî 20 xaniyan zerar dîtine, hilweşiyane. Di nava cihên xisar dîtine de mizgeft, dibistan û qursa Kûranê jî hene.

Gundî, ji bo ewlekariyê li cihên weke mizgeftê civiyan.

Di êrîşên duh de 4 mirovên me birîndar bûn, lê hînê em nikarin wan bibin nexweşxaneyê. Gundî bi derfetên xwe ew tedawî kirin. Rewşa wan niha baş e.

Li navenda navçeyê jî gelê me li navenda sûkê dicive. Dixwaze ber bi gund ve biçe. Em li benda heyeta parlamenterên xwe ne ku ji Geverê ketiye ser rê."