Li Bazidê xwerêveberî hat îlankirin
Li Bazîdê nûnerên partiya siyasî û saziyên sivîl ên civakî bi daxuyaniyekê "Xwerêveberî" îlan kirin. Nûnerên saziyên sivîl diyar kirin ku li dijî komkujiyên hikûmeta AKP'ê wê parastina xwe ya rewa ava bikin.

Li navçeya Bazîda Agiriyê endam û rêveberên DBP, HDP, DTK, Meclîsa Demokratîk a Bazîdê, Şaredariya Bazîdê, TUHAYD-DER û Navenda Piştevaniya Sema Yuce, li taxa Yenimahalleyê hevpar daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên saziyan û partiya siyasî di daxuyaniyê de diyar kirin ku Xwerêveberiya xwe îlan dikin. Hevserokê DBP'ê yê Bazîdê Muhsin Kula, diyar kir ku ji destpêka hilbijartinê heta niha hikûmeta AKP'ê serketina gelê Kurd tehamul nekir û li dijî gelê Kurd komkujî da destpêkirin. Kula, anî ziman ku ew li dijî komkujiya hikûmeta AKP'ê bêdeng namînin û wê xwe biparêzin. Kula, da zanîn ku li Silopiya Zergelê, Cizîrê û gelek qadên din leşker û polîsan li dijî gel komkuji pêk anîne û ew ê li dijî van komkujiyan xwe biparêzin. Kula, destnîşan kir ku li Geverê mirov li erdê dirêj kirin û li hemberî wan komkujiyê pêk tînin û wiha got: "90 salin dewleta Tirk her tiştî aşkera li ser me dimeşîne. Dîsa dixwazin gundan vala bikin û komkujiyên mezin pêk bînin. Em li hemberî van pêkanînan Xwerêveberiyê îlan dikin û em ê li dijî van pêkanînên hikûmeta AKP'ê parastina xwe ya rewa ava bikin."