Cînkiliç ê di gulebarana leşkeran de birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Welatiyê bi navê Omer Cînkiliç ê li ber Qişleya Leşkerî ya Sorgunê di encama gulebarana leşkeran de hate birîndarkirin, jiyana xwe dest da.

Welatiyê bi navê Omer Cînkiliç ê li ber Qişleya Leşkerî ya Sorgunê di encama gulebarana leşkeran de hate birîndarkirin, jiyana xwe dest da.

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê welatiyê bi navê Omer Cînkiliç ê li ber Qişleya Leşkerî ya Sorgunê di encama gulebarana leşkeran de hate birîndarkirin, piştî mudaxaleya yekemîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê. Cînkiliç li nexweşxaneyê ligel hemû mudaxaleyan jiyana xwe dest da. Cenazeyê Cînkiliç ê ku bavê 5 zarokan e ji malbatê ve hate wergirtin li goristana gundê Kuçuksuya Tetwanê hate definkirin.