Bombardûmana balafirên şer ên artêşa Tirk li hember Heftanîn didome

Balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Heftanîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bombe dikin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Heftanîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bombe dikin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin, balafirên şer ên artêşa Tirk îşev saet nêzî 22.00’an ku li hember xeta sînor a Heftanîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bomberdûman pêk anî, saet ji 23.00’an ve dîsa heman herêm bombe kirin.

Têkildarî encamên tevgera hewayî û bomberdûmana nêzî nîv saetê ku ti agahî nehatin, hat diyarkirin ku balafirên şer piştî bomberdûmana yekemîn saet nêzî 23.00’an heman herêm careke din bombe kirine. Çavkaniyan diyar kirin ku tevgera hewayî ya li herêmê hê jî didome û balafirên şer ên artêşa Tirk Heftanînê bombe dikin.

Çavkaniyên herêmî her wiha destnîşan kirin ku artêşa Tirk li ser guzergeha rê ya di navbera gundê Zevyan û Kaniya Xiyara de û li ser xeta sînorê Roboskî tankan û çekên giran ên wek topan kom dike.