Li Şaxê çalakiya mertalên zindî

Li navçeya Şaxê ya Wanê mertalên zindî li herêma Masîro li dijî operasyonên leşkerî kon vedan û dest bi çalakiyê kirin.

Li navçeya Şaxê ya Wanê mertalên zindî li herêma Masîro li dijî operasyonên leşkerî kon vedan û dest bi çalakiyê kirin.

Mertalên zindî ku ji endam û rêveberên DBP û HDP'ê yên Wanê pêk tên, li herêma Masîro ya Navçeya Şaxa Wanê li dijî operasyonên leşkerî kon vedan û dest bi çalakiyê kirin. Mertalên zindî li "Şehîdgeha Şehid Ronahî" dest bi çalakiyê kirin. Di çalakiyê de wekîlên HDP'ê yên Wanê Remzi Ozgokçe û Tuba Hezer jî amade bûn. Li ser navê komê Hevserokê DBP'ê yê Wanê Hamiyet Şahin, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di newroza 2013'an a Amedê de manîfestoya aştiyê îlan kir, lê Erdogan ji bo îxtîdara xwe şer da destpêkirin. Şahîn, da zanîn ku ji bo destûr nedin şer li vir bûn mertalên zindî û dê çalakiya li dijî şer berdewam bikin.

Wekîlê HDP'ê yê Wanê Remzi Ozgokçe jî anî ziman ku şer wêrankirin û talankirine û ji bo gel di nava aştiyê de bijîn dê hemû hêza xwe ya aştiyê bikar bînin. Ozgokçe, anî ziman ku panga Ocalan a ji bo aştiyê ji bo wan pir bi watedar bû û ji bo aştiyek mayinde tê têbikoşin.

Piştî daxuyaniyê çalakiyê bi stranên dengbêjên jin destpê kir.