Aydogan: Divê gelê me biçe Farqînê

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Aydogan hişyarî da ku AKP'ê dest bi operasyoneke zerarê bide sivîlan kiriye û bang li gel kir, ku berê xwe bide Farqînê.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Aydogan hişyarî da ku AKP'ê dest bi operasyoneke zerarê bide sivîlan kiriye û bang li gel kir, ku berê xwe bide Farqînê.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, der barê hewldana komkujiyê ya li Farqînê de ji ANF'ê re axivî.

Aydogan got, "Li Farqînê, înternet jî di nav de hemû xetên ragihandinê hatine girtin. Walîtiya Amedê wê bihişta heyetek ji hevserokên me yên bajêr û wekîlan bikevin nava navçeyê. Dibe ku heyet niha li wir be. Ji ber ku li ti cihî telefon nakişîne, em nikarin agahiyan werbigirin.

Aydogan ev bang kir: "Yekane rêya astengkirina vê operasyona neheq û dij bi hiqûqê, cihgirtina gelê Amedê li cem gelê Farqînê ye; divê di rojeke bi vî rengî de desteka xwe pêşkêş bike. Operasyon her çend niha li Farqînê jî be, berxwedan a hemû Amediyan e. Têkoşîna Amediyan e. Di van operasyonan de hêza bi tenê ya astengkirinê, hêza gel e. Em gelê xwe dawetî Farqînê dikin."

'JI MIRINA SIVÎLAN AKP BERPIRSYAR E'

Aydogan ev yek ji AKP'ê re got, "Herêmên ku niha lê operasyonê dimeşînin 3 ji 4 parên Farqînê ye. Di operasyonên bi vî rengî yên bi hêzeke mezin a polîs-leşkeran re, ne pêkane ku sivîl zerareke mezin nebînin. Pêwîste ev operasyon tavilê were sekinandin û hêzên dewletê xwe ji taxên operasyonê lê dimeşînin, vekişînin. Naxwe ji hemû mirinan, ji mirinên sivîlan wê AKP berpirsyar be û yê hesabê vê bide jî wê AKP be. AKP wê nikaribe ji binê vî barî rabe û nikaribe hesabê vê bide gelên Tirkiyeyê."