Di teqîna Efrînê de 5 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan

Fermandariya YPG’ê ya Efrînê diyar kir ku di encama teqîna li gundê Xulalka ya navçeya Bilbilê pêk hat, 5 şervanên YPG’ê dema erka xwe pêk dianîn jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariya YPG’ê ya Efrînê diyar kir ku di encama teqîna li gundê Xulalka ya navçeya Bilbilê pêk hat, 5 şervanên YPG’ê dema erka xwe pêk dianîn jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariya YPG’ê ya Efrînê der barê teqîna ku li gundê Xulalkaya navçeya Bilbilê ya Efrînê pêk hat agahî dan ANHA’yê.

Fermandariyê destnîşan kir ku 5 şervanên wan dema erka xwe pêk di anîn, li  nêzî cihên madeyên teqemenî ya gundê Xulalka ya navçeya Bilbilê diguhertin, madeyên teqemeniyê teqiyan. Fermandariyê destnîşan kir ku di encama vê teqînê de 5 şervanên YPG’ê yên erka xwe pêk dianîn jiyana xwe ji dest dan û 11 şervan birîndar bûn, her wiha ziyana madî li derdorê pêk hat.

Fermandariyê da xuyakirin wê der barê bûyerê de lêkolînê bidin destpêkrin.