Gerîlayê HPG’ê Yatar ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ugur Yatar li Taxa Paçuxliya Jorê bi beşdariya hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ugur Yatar li Taxa Paçuxliya Jorê bi beşdariya hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Ugur Yatar (Fuat Berxwedan) ê HPG'î yê li Mavanaya navçeya Dara Henê ya Çewlikê di 13'ê Tebaxê de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê anîn navçeya Qelqeliya Wanê. Cenaze li herêma Anzaf a li ser rêya Qelqeliyê bi konvoyek ji sedan wesayîtên pêk tê hate pêşwazîkirin û anîn Taxa Paçuxliya Jorê. Parlamenterê Wanê Remzî Ozgokçe, rêveberên HDP û DBP'ê, hevşaredarên Qelqelî, Seray û Ebexê û bi hezaran welatî beşdarî merasîmê bûn. Lİ goristanê dirûşmên "Şehîd namirin" "Bijî Serok Apo" "Bimre AKP" hatin berzkirin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hilgirtin. Piştî cenaze hate definkirin rêz hate girtin. Hevserokê MEYADER a Wanê Îbrahîm Alkan axaftinek kir û anî ziman ku gelê Kurd ti caran li dijî pêkûtiyan serê xwe natewîne û wê xwedî li nirxên yên ku jiyana xwe ji dest dane derkeve.

Ozgokçe jî got ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hemû gelên Tirkiyeyê hêviya jiyaneke nû û demokratîk dîtine lê Erdogan ji ber feraseta xwe ya dîktatorî ve ev hêvî hatine tarîkirin. Ozgokçe diyar kir ku AKP dixwaze gelê Kurd biçewisîne lê gelê Kurd wê destûrê nede vê yekê.

Piştî axaftinan gel derbasî konê sersaxiyê bû.