Li Viyanayê xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin silavkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, xwerêveberiyên li gelek navendên Kurdistanê hatine ragihandin bi çalakiyekê hatin silavkirin. Di çalakiyê de polîtîkayên şer ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
ANF
VIYANA
pêncşem, 20 gelawêjê 2015, 10:56
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, xwerêveberiyên li gelek navendên Kurdistanê hatine ragihandin bi çalakiyekê hatin silavkirin. Di çalakiyê de polîtîkayên şer ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Çalakiya li Stephansplatzê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşa Kurdistan û cîhanê destpê kir. Di axaftinên li çalakiyê yên bi zimanên Kurdî, Elmanî û Îngilîzî de hat ragihandin ku AKP'ê piştî hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê nekarî xwe li serketina mezin a gelên Kurd û Tirk rabigire û dest bi şer kiriye. Her wiha hat gotin, "Di hilbijartinan de me ji Serokkomarê Tirk Erdogan re gotibû, 'em ê te nekin serok' em vê dubare dikin."
Çalakiya ku gelek belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin, bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serhildana Gimgimê", "Bijî Serhildana Gelan" bi dawî bû.