Polîtîkaya şer a AKP'ê li Basel û Zurîchê hatin şermezarkirin
Li Basel û Zurîchê, polîtîkaya şer a AKP'ê ku Lice, Gimgim, Şemzînan û gelek deverên din ên Kurdistanê dimeşîne hat şermezarkirin û berxwedan û xweparastina gel hat silavkirin.
Li Basel û Zurîchê, polîtîkaya şer a AKP'ê ku Lice, Gimgim, Şemzînan û gelek deverên din ên Kurdistanê dimeşîne hat şermezarkirin û berxwedan û xweparastina gel hat silavkirin.
Li bajarên Swîsre Basel û Zurîchê, polîtîkaya şer a AKP'ê ku Lice, Gimgim, Şemzînan û gelek deverên din ên Kurdistanê dimeşîne hat şermezarkirin û berxwedan û xweparastina gel hat silavkirin.
Bi armanca silavkirin berxwedan, xwerêveberî û xweparastina gel û şermezarkirina kiryar, komkujî û înfazên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, li bajarê Baselê mîtîng, li Zurîchê jî meşek hat lidarxistin.
TEVGERA JINÊN KURD LI SWÎSREYÊ LI BASELÊ MÎTÎNGEK LIDAR XIST
Li Baselê, ji bo şermezarkirina qetilkirina Kevser Elturk (Ekîn Wan) li Gimgimê û protestokirina komkujiyên li Lice, Şmezînan û Gimgimê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê, mîtîngek li Marktplatzê hat lidarxistin. Beşdarên çalakiyê dirûşmên "Em ê nehêlin qeşmerê qesrê şer derxîne", "Kujer Erdogan", "Jin jiyan azadî" û "DAIŞ, Erdogan ji Kurdistanê bicehimin" qîriyan.
CIWANAN LI ZURÎCHÊ LANET LI AKP'Ê ANÎN
Li bajarê Zurîchê jî, bi armanca şermezarkirina polîtîkaya şer a AKP'ê ya li Kurdistanê dimeşîne, meşek hat lidarxistin. Di meşa ji Helvetîa Platzê destpê kir de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Em xweparastina gelê xwe silav dikin" hatin qîrîn. Ciwanan xwerêveberî û xweparastinên li gelek bajarên Kurdistanê hatin ragihandin silav kirin û lanet li polîtîkaya AKP'ê ya şer anîn. Bang li hemû ciwanan hat kirin ku xwedî li xweparastinê derkevin.
BANGA BEŞDARIYA LI MEŞA NAVENDÎ
Li dû çalakiyên li Basel û Zurîchê, ji bo meşa roja Şemiyê ya bi pêşengiya DEM-KURD'ê li Dreirosenpark a saet 16:00 de, banga beşdariyê hat kirin.