Firat: Divê ciwanên Kurdistanê ji bo parastina xwerêveberiyan bikevin nava tevgerê
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Huseyîn Firat bang li ciwanên Kurdistanê kir ku bêyî li benda tiştekî bisekinin, ji bo parastina xwerêveberiyan bikevin nava tevgerê.
ANF
BEHDÎNAN
pêncşem, 20 gelawêjê 2015, 09:11
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Huseyîn Firat bang li ciwanên Kurdistanê kir ku bêyî li benda tiştekî bisekinin, ji bo parastina xwerêveberiyan bikevin nava tevgerê.
Firat da xuyakirin ku gel û ciwanên Kurdistanê di pêvajoyeke gelekî hesas û krîtîk re derbas dibin û got, "Ji 24'ê Tîrmehê û vir ve di navbera hêzên dijmin û hem gerîlayên azadiyê hem jî ciwanên Kurdistanê yên li bajaran li ber xwe didin, şerekî dijwar diqewime."
Firat anî ziman ku hem berî hem jî piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, li dijî têkoşîna siyasî demokratîk a li Tirkiyeyê, li dijî tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê ya tevlî berxwedana bloka li Rojava ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bû, ji bo pêşîgirtina li vê yekîtiyê û çavtirsandinê, êrîş tê kirin.
Firat ragihand ku armanca bingehîn a êrîşa li Prisûsê ev e û got, "Bi êrîşê re pêvajoya çareseriyê hat sekinandin. Ji xwe pêvajoyeke bi navê 'pêvajoya çareseriyê' tinebû. Wan bi xwe jî anîn ziman ku ev nîne. Bi awayekî gelekî zelal û vekirî me dît, ku ji Newroza 2013'an û vir ve, bi pêşîgirtina li berxwedana aktîf a li Bakurê kurdistanê re ji bo astengkirina destketiyên Kurd ên demokratîk ên li Rojava, ketin nava hewldaneke mezin a mijûlkirinê. Herî dawî komkujiya li Pirûsê rû da."
Firat destnîşan kir ku ji bo avakirina welatekî hemû gel di nava wekhevî û azadiyê de lê dijîn, divê ciwanên Kurdistanê û ciwanên demokratîk ên li Tirkiyeyê seferber bibin.
Firat da xuyakirin ku di vê mijarê de hin kêmasî hene û divê tavilê bên çareserkirin û got, "Ya yekemîn divê Gimgim, Farqîn û Cizîr bi tenê neyên hiştin. Pêwîste her kes li ber xwe bide. Ya duyemîn jî; ciwanên li metropolên Tirkiyeyê dijîn, ciwanên sosyalîst, ji bo hilweşandina rejîma mêtînger, ji bo hilweşandina rejîma mêtînger a li Enqereyê, ji bo avakirina welatekî azad, demokratîk û Kurdistana xweser a demokratîk, ji bo dawîanîna li mêtîngeriyê divê bikevin nava tevgerê."
Firat diyar kir ku girîng e ciwan biherikin qadên berxwedanê û got, "Bi hearan ciwan bi herikîna li vê qadê re divê tevlî berxwedanê bibin, bi girtina nobedê kolanên xwe biparêzin, sazî û kesayetên mêtînger ji wan deveran derxînin, ji bo mayîndekirina xwerêveberiyên hatine ragihandin, divê pêşî li rêya vê pêvajoya dîrokî vekin."