Bi tevlîbûna dehhezaran ji bo Gok merasîm hat lidarxistin
Gerîlayê HPG’ê Engîn Gok (Devrim Bişeng) yê di bombebarana leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Colemêrgê ligel astengiya polîsan ji aliyê dehhezaran ve hat oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Engîn Gok (Devrim Bişeng) yê di bombebarana leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Colemêrgê ligel astengiya polîsan ji aliyê dehhezaran ve hat oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Engîn Gok (Devrim Bişeng) yê di bombebarana leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Colemêrgê ligel astengiya polîsan ji aliyê dehhezaran ve hat oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Engîn Gok (Devrim Bişeng) ê 13'ê Tebaxê li herêma gundê Talê ya Colemêrgê di bombebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da, li Colemêrgê ji aliyê nêzî 20 hezar welatiyan ve hat oxirkirin. Welatiyan cenazeyê gerîlayê HPG’ê Gok ji gundê Talê wergirtin û bi konvoyek qelebalix anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Cenazeyê Gok ji aliyê hezaran welatiyan bi dirûşma, “Şehîd namirin” hat pêşwazîkirin. Polîs û tîmên taybet bi hatina cenaze re rêyên ku diçin nexweşxaneyê bi maşîneyên zirxî girtin û heya demekê nehiştin cenaze ji nexweşxaneyê derkeve.
POLÎSAN ASTENGÎ DERXISTIN
Bi hevdîtana rayedarên HDP û DBP’ê polîs û tîmên taybet li ber nexweşxaneyê vekişiyan. Girsê piştî otopsiyê, cenazeyê Gok ji nexweşxaneyê derxistin û birin Şehîdgeha Serê Solan. Di meşê de welatiyan dirûşmên, “Bijî serok Apo” û “Kujer AKP ji Kurdistanê bicehime” gotin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Gok vekirin.
WELATIYAN DIKAN GIRTIN
Welatiyan di şaneşînên xwe de alên kesk, sor û zer vekirin û beşdarî merasîmê bûn. Bi hatina cenazeyê navenda sûkê vala bû û dikandaran darabeyên dikanên xwe girtin. Kesên beşdarî meşê bûn nekarîn hêsirên çavên xwe bigirin. Polîsan jî hemû kuçe û kolan dagir kirin.
NÊZÎ 20 HEZAR KES BEŞDARÎ MEŞÊ BÛN
Girse li kavşaxa Kantarê gihişt nêzî 20 hezar kesan. Welatiyên taxê bi tililî, çepik û kulîlkan cenazeyê Gok pêşwazî kirin. Gelek ciwan jî li cihên bilind wêneyên Gok û posterên Ocalan vekirin. Ligel girseya qelebalix, rêvebirên HDP û DBP’ê, endamên saziyên sivîl ên civakî û Meclisa Dayikên Aştiyê di merasîmê de amade bûn. Li gund û navçeyan jî gelek kes beşdarî merasîmê bûn.
Nêzîkê goristanê welatiyan cenazeyê Gok ji wesayîta cenazeyê derxistin û li ser milan birin goristanê. Di merasimê de rêz hat girtin û Hevserokê MEYADER’ê Bedirxan Koç diyar kir ku li her derê cenazeyên gerîla, leşker û polîsan tên. Koç xwest hemû welatî ji bo sekinandina şer û zêdetir cenaze neyên bikevin nav liv û tevgerê.
Xizmên Gok jî destnîşan kirin ku Gok ji bo rûmeta xwe jiyana xwe ji dest da û di heman demê de jî zarokê hemû Kurdistaniyan e.
Girse bi dirûşman belav bû. Hat diyarkirin ku ji bo Gok wê Mala Şînê li gundê Serêspiyan were danîn.