Polîsê Tirk li Hezexê ciwanek qetil kirin
Polîsên Tirk duh bi şev li navçeya Şirnex Hezexê ciwanekî bi navê Cebbar Acer qetil kirin.
Polîsên Tirk duh bi şev li navçeya Şirnex Hezexê ciwanekî bi navê Cebbar Acer qetil kirin.
Li navçeya Şirnex Hezexê duh bi şev, ciwanê bi navê Cebbar Acer (20), ji ber gulereşandina polîsên Tirk jiyana xwe ji dest da.
Acer ê ku duh bi şev saet di 02:00 de ji mala xizmekî xwe yê li kolana Adîle Naşît derket derve, ji ber guleyên ji maşîna zirxî ya bi tîpa 'akrep' hatin reşandin, birîndar bû.
Acer, ji ber gelek xwîn ji birîna wî çû, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Acer rakirin mora Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.