Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê koma ji Viyanayê ve tê meşandin
Nobeda Azadiyê ya li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, di hefteya 165. de ye.
Nobeda Azadiyê ya li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, di hefteya 165. de ye.
Nobeda Azadiyê ya li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, di hefteya 165. de ye.
Çalakî vê hefteyê ji aliyê Kurdistaniyên bi navê Xebat Azam, Hogir Dêrik, Nûman Hassan û Osman Ayaz ên ji paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin ve, tê meşandin.
Di nobeda ku di roja 1151. de ye çalakgeran bal kişandin ser komkujî û qirkirinên li Kurdistanê tên kirin.
Endamên koma ji Viyanayê, ku çalakî ji endamên Federasyona Êzidiyên li Ewropayê dewir girtin, anîn ziman ku ew ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûne.
Di daxuyaniya li ser navê komê de hat gotin, "Bi giranî û cidiyeta çalakiyê em dixebitin û girîngiyeke mezin didin vê çalakiyê. Ji bo azadiya Rêberê xwe, li her cihê em lê ne em ê çalakiyên xwe bi biryardarî zêde bikin. Tevî ku çalakî di sala çaran de ye, em bi coşa roja destpêkê dimeşînin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedana li Kurdistanê ya li dijî êrîşên faşîzan ên dewleta AKP'ê tê nîşandan û bang li Konseya Ewropa û dewletên Ewropayê hat kirin, ku bi berpirsyarî rabin.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Bi dîtina me, wê nobeda ji Ocalan re azadî encamên erênî biafirîne. Heta ku Konseya Ewropa û dewletên Ewropayê biryardariya me ya çalakiyê bibînin û wezîfeyên xwe bi cih bînin, em bi biryar in çalakiya xwe dewam bikin. Dem ji bo Kurdan dema yekîtî û hevgirtinê ye. Bi serhildanan û îlanên xwerêveberiyê re demeke nû destpê kiriye. Îro li çar parçeyên Kurdistanê sînor rabûne, gelê Kurd bi yek dilî têdikoş e. Ev ruhê yekîtiyê mizgîniya azadiyê ye."
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê ya ji bo Ocalan" ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê ye. Heta niha bi sedan nûnerên sazî, partî û yekîtiyên olî, hunermend û rojnamevanên Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûne.