BI DÎMEN

'Jinên Botanî xwedî li xwerêveberiyê derdikevin'

Hevseroka Meclîsa Bajêr a CizIrê Yuksel, der barê ragihandina xwerêveberiyê de got, "Li dijî zilm û polîtîkayên qirêj ên AKP'ê, ji bilî ragihandina xwerêveberiyê ti çareya me nemabû."

Bi ragihandina xwerêveberiyê ya li Cizîrê re, gelê navçeyê xebatên xwe yên avakirinê berfireh kir.

Piştî ku li Cizîrê Meclîsa Bajêr xwerêveberî ragihand, li gelek bajar û navçeyan jî meclîsên gel li gorî vê biryarê tevgeriyan.

Zêdeyî 10 taxên Cizîrê, bi kolandina xendekan re ji aliyê ciwanan ve tên kontrolkirin. Heman piştî daxuyaniya hikûmeta AKP'ê ya li ser qedandina pêvajoya çareseriyê, polîs û leşkerên Tirk li Silopiya û Cizîrê avêtin ser malan. Balkêş e niha hemû polîs û leşkeran xwe vekişandina qereqol û leşkergehên xwe.

Hevseroka Meclîsa Bajêr a Cizîrê Asiye Yuksel, der barê îlana xwerêveberiyê de ji ANF'ê re axivî.

Biryara xwerêveberiyê, bi zextên AKP'ê yên neçareseriyê ve eleqedar e?

Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di sala 2013'an de di banga ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê de got, 'Êdî em ê li şûna têkoşîna çekdarî têkoşîna xwe bi siyaseta demokratîk bimeşînin'. Ev biryar ji bo her du alî êşê nekişîne, hat dayîn. Bi kurtasî ji hemû gelên bindest hat xwestin ku têkoşîna demokrasî û azadiyê bimeşînin. Lê belê dewleta AKP'ê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk û ji bo pêşîvekirina li siyaseta demokratîk gav neavêt. Berevajî, ji bo tepisandin û çavtirsandina gelê Kurd serî li rêyên qirêj da. Di pêvajoya aştiyê de beriya her tiştî bendav û kalekol çêkir. Yekane armanca vê jî qutkirina gel ji gerîla bû. Li aliyê din dest bi qetilkirina ciwanên me kir. Înfaz roj bi roj zêde bûn.

Di modela xwerêveberiyê de rol û mîsyona jinê çi ye?

Her mirovê ji aliyê dewleta AKP'ê ve hat kuştin, parçeyek ji beden û canê jinê bû. Bicihhatina modela xwerêveberiyê wê herî zêde dawî li êşên jinên Kurd bianiya. AKP'ê lîstikên xwe yên qirêj ên li dijî gelê Kurd, di pêvajoya muzakereyê de plan kir. Fîşekên dewleta AKP'ê ku çeteyên DAIŞ'ê bi çek kir, xwedî kir, di qetilkirina ciwanên kurd de hatin bikaranîn. Dema mirov rêxistinbûyîna tarî ya AKP'ê binirxînin tê dîtin ku ne tenê li dijî Kurdan e, li hemberî gelê Tirkiyeyê jî tevdigere. Li Pirsûsê di nava ciwanên ku piraniya wan Tirk bûn de, bi rêvebirina MÎT'ê re barbarên DAIŞ'ê bombe teqandin û komkujiyeke mezin kirin. Hînê hesabê ciwanên me yên li Roboskî hatin qetilkirin nehatibû pirsîn, rabûn li Fransayê 3 hevrêyên me yên şoreşger ên jin qetil kirin. Di pêvajoya çareseriyê de hekaret û zilm nema li gelê Kurd nekirin. Ji aliyê gel ve tê zanîn ku dewleta AKP'ê ji destpêkê ve di pêvajoya çareseriye de ne samîmî bû. Tevî hemû niyetên baş ên Rêberê Gelê Kurd, pêvajoya çareseriyê têk birin.

Xwerêveberî ne di rewşa agirbestê de, di rewşa şer de hat ragihandin...

Herî dawî li Silopiyayê 3 mirovên me yên sivîl ji aliyê polîsên AKP'ê ve hatin înfazkirin, mal hatin şewitandin û xwestin mirovên me bi zindî bişewitînin. Agir berdan çiyayên Kurdistanê. Qaşo ji bo gerîla xwe lê nestirên. Halbûkî gelek zindî şewitandin. Ji xwe AKP'ê bi şewitandina xwezaya me re îlana şer kir û ev mesaj da gelê Kurd: 'em dest bi şer dikin, hûn jî amadekariyên xwe bikin'. Li dijî zilm û polîtîkayên qirêj ên AKP'ê, ji bilî ragihandina xwerêveberiyê ti çareya me nemabû."

AKP, îlanên xwerêveberiyê weke 'kustexiyê' dibîne. Tevî vê yekê jî hûn di biryara xwe de bi israr in?

Di deklerasyona xwe de me negot em dewletê nas nakin, me got em saziyên dewletê yên otorîter ên ser bi AKP'ê, nas nakin. Di vê mijarê de em li dû gotina xwe ne. Her wiha ev zîhniyeta qirêj a îlana xwerêveberiyê berevajî nîşan dide, dxiwaze xwe paqij bide xuyakirin. Me got, 'em polîsên bi kincê çeteyên DAIŞ'ê yên di nava emniyetê de red dikin.' Beriya îlana xwerêveberiyê, leşkerên avêtin ser malan ji malbatan re digotin 'Em ê bidin DAIş û bibin belayê serê we'. Em vê red dikin. Em ê rêxistinbûyînên xwe li kolan, navçe, bajarok û gundan xurt bikin. Em ê aliyên kêm mayî yên projeya xweseriya demokratîk bi xwerêveberiyê re temam bikin. Bi civînên bi gelê xwe re em ê sîstema xwe ava bikin.

BANGA LI JINÊN CIZÎR-BOTANÊ

Li Cizîrê, jina bi navê Bêrîvan a di sala 1992'an de bi çarika xwe ya herêmî ji serhildana gel re pêşengî kiribû, di hişê mirovan de ye. Îro jî li Cizîrê tê dîtin ku yên destpêkê refleksa civakî nîşan didin jin in...

Ji serhildanên destpêkê yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re Cizîrê pêşengî kiriye. Serhildana di sala 1992'an de bi pêşengiya hevrê Bêrîvan re destpê kir, niha ji bo pêşeroja zarokên xwe ji her tiştî re amade ye. Jinên Cizîrî yên bandoreke mezin li berxwedana li nava civakê kir, dixwazim bêjim ku îro ji her tiştî re amade ye. Di hemû qadên modela xwerêveberiyê de jinên Cizîrî roleke çalak dilîzin. Jinên Cizîrî yên ji bo azadiyê zarokên xwe ji bedena xwe didin, bi ruhê Zîlan re xwedî li xwerêveberiyê derdikevin. Di xendekên îro hatine kolandin de, tax, kolanên xwe ji polîsên dewleta AKP'ê diparêzin. Banga me li jinên Cizîr-Botanê ev e; Li dijî zilma AKP'ê bi ruhê seferberiyê, bi sebir li cem ciwanan bajarê xwe biparêzin.

...