Topên hawanê yên leşker ji qereqolê diavêjin li malan ketin

Topên Hawanê ya leşkerên Qereqola Harûna li xaniyên gundê Nêrdûşe yê navçeya Şemzînanê ket. Topên hawanê zerarek mezin da xaniyên gund.

Topên Hawanê ya leşkerên Qereqola Harûna li xaniyên gundê Nêrdûşe yê navçeya Şemzînanê ket. Topên hawanê zerarek mezin da xaniyên gund.

Li gundê Nêrdûnê yê Şemzînanê di navbera leşkerên tirk û gerîllayên HPG'ê de şer derket. Piştî şer derket, leşkerên Qereqola Harûna gundê Nêrdûşê ku 20 kîlometre dûrî navçeya Şemzînanê ye da ber topên Hawanê. Leşkeran topên hawanê avêt gund û gelek xanî ji ber topên hawanê zerar dîtin. Hat diyarkirin ku welatiyên gund di xaniyên xwe de asê mane û nikarin derkevin derve. Li herêmê dengê çekan bilind dibe û şer didome. Li navçeşa Şemzînanê jî ketin û derketina navçeyê ji aliyê polîs û leşkeran ve tê kontrolkirin. Şewata daristana derdora Şemzînanê ku ji aliyê leşkeran ve hatibû pêxistin didome.