Gerîlayê HPG’ê Yildirim ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Harun Yildirim (Erdal), li gundê Qerxeliya navçeya Dutaxa Agiriyê li tenişta endama PKK'ê Sema Yuce hat definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Harun Yildirim (Erdal), li gundê Qerxeliya navçeya Dutaxa Agiriyê li tenişta endama PKK'ê Sema Yuce hat definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Harun Yildirim (Erdal), li gundê Qerxeliya navçeya Dutaxa Agiriyê li tenişta gerîlaya PKK'ê Sema Yuce hat definkirin.
Di 16'ê Tebaxê de li Navçeya Kaxizmana Qersê şer derket û di şer de şervanê YPG'ê Harun Yildirim (Erdal) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yildirim, di saetên êvarî de anîn gundê Qerxeliya navçeya Dutaxa Agiriyê. Di merasima cenaze de Wekîlê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubîlay, Hevşaredarê Dutaxê Firat Ozturk, endam û rêveberên HDP'ê jî di nav de bi sedan welatî amade bûn. Girseyê cenazeyê Yildirim bi karwanek mezin anîn gundê Qerxeliyê û li tenişta gerîlaya PKK'ê Sema Yuce defin kirin. Girseyê di merasîmê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weneyê şervanê HPG'ê Harun Yildirim (Erdal) û alên PKK'ê rakirin. Girseyê di merasimê de bê navber dirûşmên, "Bê Serok jiyan nabe", "Şehîd namirin", "PKK tolhildan" berz kirin.
Piştî definkirina cenazeyê Yildirim Wekîlê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, anî ziman ku Erdogan li Tirkiyeyê şer daye destpêkirin di dîrokê de Dehaqê nû ye. Ozturk, destnîşan kir ku gelê Kurd wê her dem û li her derê li dijî vî şerê qirêj xwe biparêze û parastina rewa pêk bîne.
Piştî axaftinê girse mala sersaxiyê ya li gund hatibû vekirin ziyaret kir.