ÎHD: Dewlet ewlekariya sivîlan tehdît dike
ÎHD encama lêkolîna li Gimgimê pêk anîbû bi raya giştî re parve kir û diyar kir ku li Gimgimê dewletê mal û kargehên welatiyan gulebaran kiriye.
ÎHD encama lêkolîna li Gimgimê pêk anîbû bi raya giştî re parve kir û diyar kir ku li Gimgimê dewletê mal û kargehên welatiyan gulebaran kiriye.
ÎHD encama lêkolîna li Gimgimê pêk anîbû bi raya giştî re parve kir û diyar kir ku li Gimgimê dewletê mal û kargehên welatiyan gulebaran kiriye. Seroka heyetê Sevîm Salîhoglu got ku îşkenceya li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Erturk (Ekîn Wan) hatiye kirin rê li ber serhildanê vekir.
Heyeta Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) encama lêkolîna xwe ya li navçeya Gimgimê ya Mûşê pêk anîbû bi civîneke çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Civîn li Nevenda ÎHD'ê pêk hat û Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Necla Şengul û Seroka heyetê Sevîm Salîhoglu tevlî civînê bûn. Sevîm Salîhoglu diyar kir ku wan li Gimgima bi di bin terora dewletê de ye lêkolîn kirin û rapora lêkolînê amadekirine. Salîhoglu rapora ku amade kirine xwend û diyar kir ku dimenê ku leşkeran îşkence li gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) kirine bi bîr xist û wiha got: "Malbata Kevser a ku cenazeyê keça xwe teşhîr kirine. Di encama vê yekê de derket holê ku şopa benikê li stûyê wê gerandine heye û ev jî nîşan dide ku îşkence li Elturk kirine."
Salîhoglu bilêv kir ku dewlet li Gimgimê mal û kargehên welatiyan gulebaran kiriye û bi vê re ceyran, av, rêya navçeyê girtine û wiha pê de çû: "Gelê Gimgimê ragihandin ku hêzên dewletê bi panzeran malên wan gulebaran kirine. Kalikên guleyên wan gel kom kiribû û dan heyetê."
Salîhoglu da zanîn ku 16'ê Tebaxê teqîneke mezin rû daye û gava ku ew xwestine herin cihê teqînê leşker nehiştine ew herin. Salîhoglu derbirî ku piştî demekê gava ku ew çûn cihê teqînê li her derê perçeyên mirovan hebû. Salîhoglu diyar kir ku di wê teqînê de welatiyên bi navê Rahmî Kiziltaş û Abdullah Toprak hatine infazkirin.
Salîhoglu ragihan ku îşkenceya li Erturk hatiye kirin li ser gelê Gimgimê tesîre mezin hiştiyê, qetilkirina Elturk rê li ber serhildanê vekir. Salîhoglu anî ziman ku wan di bin şert û mercên zordarî de li Gimgimê lêkolîn kirine û wiha pê de çû "Gava me li Gimgimê lêkolîn dikir leşker hatin ba me çeka xwe derxist û gule ajot ber devê çekê û l, dora me çûn û hatin."
Salîhoglu xwest berpirsyarên vê yekê derxin holê û bên darizandin.
Piştî Salîhoglu Ozturk Turkdogan axivî û diyar kir ku dewlet wek salên 1990'an êrîşî ser gel kiriye û bang li rayedarên dewletê kir got bila dewlet dev ji polîtîkayên şer berde.