Serî hildin! - Cemîl Bayik

"Li Tirkiyeyê demokrasî û azadî tenê bi berxwedana li dij êrîşan pêkan e. Nerazîbûnên niha kêm in. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li dij van êrîşên hovane divê yekser rabin ser xwe."

Dewleta Tirk li dij gelê Kurd êrîşên herî hovane yên tevahiya dîrokê pêk tîne. Pêwistiyên gotinên Tayyîp Erdogan ên sala 2006'an ku gotibû, "Jin jî be, zarok jî be tişta pêwist wê were kirin" tên bicîh anîn. Ji xwe Tayyîp Erdogan rojane dibêje, 'bi zimanê jê fahm dikim em ê biaxifin". Ev jî tê wateya tişta ku di karakterê dewleta Tirk de heye, yanî bi cih anîna herî zalîmane ya têgihiştina; Kurd tenê ji ço, lêdan, dijwariyê fahm dikin e. Divê ev yek jî were gotin ku di dîroka Tirkiyeyê de Tayyîp Erdogan siyasetmedarê herî zêde xwedî karakterê faşîst e. Bi van kirinên xwe rê ji gotinên, Kenen Evren nikare avê jî li destê Tayyîp bike dide vegotin. An rahije yekî li yê din bixe!

Tayyîp Erdogan xwedî  tegihiştin û seriyekî neteweperest ê mordenîst e. Di vî seriyê neteweperest ê modernîst de pîrozweriyek bi tenê heye; ew jî jortir dîtina neteweya xwe ji herkesî ye. Di vê têgihiştina jortir dîtinê de ji bilî şovenîzmê nirxekî din tine ye. Dîn û îmana vî seriyî tenê û tenê şovenîzma neteweyê serdest e. Exlaq û wijdan di vî serî de tine ye. Tenê ji ber vê sedemê vî serî bi milyonan mirov bêyî bifikire qetil kirin. Ne tenê di şerê 1. û 2. ê cîhanê de, li gelek cihan civakên xwedî nasnameyên cuda ji aliyê vê têgihiştinê ve hatin qetilkirin. Ji ber ku li gel ên xwedî vî serî exlaq û wijdan tine ye. Niha jî li Tirkiyeyê lîder, efendî, mamoste û meleyê Îslamîstê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan e.

Îslamîstên ku Tayyîp Erdogan meletiya wan dike niha ji exlaq û wijdan dûr, mezintirîn zilma dîroka Tirkiyeyê dipejirînin, destek dikin. Nîşan didin ku ew jî mîna şerxwazên kirêt ên salên 1990'î ne. Bi helwestên xwe nîşan didin ku ne xwedî nirxekî bi tenê yê di bawariya Îslamê de heye ne. Serê Tayyîp Erdogan û AKP'ê yê niha û kirinên wan mîna DAIŞ'ê ne. Tayyîp Erdogan û AKP'ê cêwiyê ruh ê DAIŞ'ê ne. Dikevine bajarên Kurdistanê di şewitînin û dirûxînin. Malên gel bombe dikin û dişewitînin. Segvanan li cihê bilind bi cih dikin û her tiştê xwe dilebitînê gule dikin. Demekê li Bosna Hersekê mijara segvanên Sirbî mîna bûyereke mezin hatibû rojevê. Herî zêde jî ev di çapemeniya Tirk de bûbû rojev. Niha segvanên AKP'ê yên derketine nêçira mirovan li hemû bajar û navçeyan digerin. 

Niha şer û dijwarî ne mîna yê salên 1990 ye; çend qatan ji yên salên 1990 dijwartir e. Qirkirina ku niha leşker û polîs dikin ji yên salê 1990 zêdetir e. Niha ne tenê êrîşî çalakvanên derdikevin kolanan û qadan, hemû mal û dikanên bajar û navçeyan, bêyî cudabûnê têxin navberê êrîş dikin. Niha di asteke ku xweza jî rabe raperînê hemû daristanan dişewitînin. Hemû bajar, navçe û taxên ku ku xwerêveberî li wan hatiye îlankirin tevî xanî û daristanên wê tên ceza kirin. Li gor vê dewletê Kurdê ku li mafê xwe digere û li ber xwe dide mirin heq kiriye û gelekî ku divê gund, tax, bajarok û bajarên wî werin rûxandin e. 

Li dij zilm û zora dewletê, her wiha li dij bêçareserî hiştina pirsgirêka Kurd biryardayina gel a xwe bi xwe birêvebirinê xistine hinceta van êrîşên hovane. Ev helwest nîşan dide ka çawa li Kurdan mêze dikin. Li gor vê dewletê dikare zilm li Kurdan bê kirin. Kurd an wê serî bitewîne an wê her cure zilmê bibîne. Hemû gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê û cîhanê ev rastî careke din dît.

Di vê astê de birina êrîşên kirêt û ketî ya ser daxwaza gelê Kurd a xwe bi xwe birêvebirinê nîşan dide ku biryara gel çiqasî rast e. Di bin desilatdariya rêveberiyeke bi vî rengî de jiyan dibe gelo? Li dij zilm a di vê astê de tenê û tenê dikare li ber xwe bide. Derketina li dij vê zilmê, berxwedan divê helwesta her mirovên xwedî rûmet be. Helwesteke din a rawestîna li dij zihniyeta dewleteke bi vî rengî bi rûmet û rewa tune ye. 

Bi van êrîşan re rastiya dewleta Tirk baş hate dîtin. Bi taybetî rûpoşa AKP'ê ketiye. AKP mîna rûreşên salên 1990 nîşan da ku partiya rûreşan e. Bi karakterê çapemeniyê careke din hat dîtin ka Tirkiye bi şerekî taybet ê çawa re rû bi rû ye. Çapemeniya salên 1990 çi be ya niha jî heman çapemenî ye. Bi taybetî çapemeniya alîgir a AKP'ê hemû bernameyên wê di asta bernameya Anadoludan Gorunum a Guntaç Aktan a di salên 1990 de di TRT de dihate weşandin in. Bi vê yekê re bi hemû zelaliya xwe rakete ber çavan ka gurûh a li derdora Erdogan û AKP'ê kom bûye çiqas durû, ketî, bêexlaq û bêqijdan e. 

Bi êrîşa li dij gelê ku biryara xwerêveberinê stand re ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê jî AKP qediya. Vê AKP'ê êdî tu kes nikare zindî bike? Di roja me de ne mumkun e desilatdariyeke ewqasî zilmê dike li ser piyan bimîne. Di rewşa heyî de ji bo AKP û Erdogan tenê wiha dikare were gotin: "Bila zilma te zêde bibe da zûtir text û taca de bikeve." 

Gelê Kurd mafê xwe yê rewa bikar aniye. Bi taybetî jî li dij hikûmeta AKP'ê ya ne rewa bikaranîna vî mafî vê yekê hîn rewatir dike. Ji xwe bi gotinên Erdogan baştir tê fahmkirin ka helwesta gelê Kurd çiqasî di cîde ye. Tayyîp Erdogan dibêje, "min rejîmeke defacto (fiili) ava kir, hûn jî divê jê re serî bitewînin." Gelê Kurd jî li dij vê pergala faşîst a fiilî saz bûye mafê redê  bikar anî û got ez ê xwe bi xwe birêve bim. 

Li dij îradeya gelê Kurd hikûmeta AKP'ê ya faşîst darbe li hilbijartinên 7'ê Hezîranê kir û êrîş da destpêkirin. Di vê rewşa ku gerîla ne ketiye dewreyê û tenê berxwedana gel a sivîl heye, hemû leşker û polîsên xwe tevî teknîka şer a mirinê xiste dewreyê û şer da destpêkirin. Ev yek berxwedana li dij vê hikûmetê rewatir û ferztir dike. Li dij vê rewşê hemû gelê Kurd bi zarok, kal, jin û mêrên xwe divê li ber xwe bidin. Ne tenê gelê Kurd divê hemû hêzên demokrasiyê jî bikevin tevgerê. 

Li Tirkiyeyê demokrasî û azadî tenê bi berxwedana li dij êrîşan mumkun e. Êdî bi şêwazekî din pêkanîna jiyana azad û demokrasiyê ne mumkun e. Nerazîbûnên niha kêm in. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li dij van êrîşên hovane divê yekser rabin ser xwe. Gelê Tirkiyeyê mîna dema Geziyê divê rabe ser piyan û ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya Tirkiyeyê dest bi têkoşîna afirandina Tirkiyeya nû ya xwerêveberirin û xweserî heye bilind bikin. Di rewşa heyî de berpirsiyariya dikeve ser milê gelên me ev e.  

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat