Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Aydin hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mûstafa Aydin (Hêja) ê di şerê li dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.

Li herêma Karakele ya navçeya Qers Qaqizmanê di 16'ê Tebaxê de şer derket û di encamê de 3 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest da. Ji wan cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mustafa Aydin (Hêja) ji Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê hat wergirtin û anîn navçeya Qamuşan a Qersê. Cenazeyê Aydin li herêma Karakurt a Qamuşanê bi girseyî hat pêşwazîkirin û anîn navçeyê. Cenazeyê Aydin cara dawî birin mala malbatê û piştre ji bo definkirinê bi dirûşmeya "Şehîd namirin" birin Goristana Qamuşana Jor. Parlementera HDP'ê ya Qersê Şafak Ozanli, HDP û DBP û gelek kesên din tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Aydin piştî wecîbeyên olî hat definkirin.
Li aliyê din malbata ji bo cenaze werbigire çûye Saziya Tipa Edlî ya Erziromê got ku cenaze li ne morgê li odeyeke din dihat sekinandin.