Yîgîtalp: Gelê Farqînê pêwîstî bi xweparastinê dît

Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp a li Farqînê ji bûyerên 6 rojên dawî re şahidî kir anî ziman, ku gelê Farqînê ji bo kuştin û windahiyên salên 90'î careke din bi serê wan de neyê, xwe bi rêxistin kiriye.

Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp a li Farqînê ji bûyerên 6 rojên dawî re şahidî kir anî ziman, ku gelê Farqînê ji bo kuştin û windahiyên salên 90'î careke din bi serê wan de neyê, xwe bi rêxistin kiriye.

Di encama şîdeta dewletê ya li navçeya Amed Farqînê de, yek jê bi fîşeka polîsan, 2 jê ji ber krîza dil 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn, kolan, mal û kargeh hatin şewitandin.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp a ji vê hovîtiya dewletê re şahidî kir, 6 rojên li Farqînê ji ANF'ê re vegot.

DAYIKÊN FARQÎNÊ RAHIŞTIN ÇO Û DERKETIN PÊŞBERÎ DEWLETÊ

Farqîn ji nişka ve ket rojevê. Li 3 taxan xendek hatin kolandin, dewletê dor li van taxan girt û kêm mabû komkujiyeke gelekî mezin rû bide. Rewş bi çi rengî hat vê radeyê?

Ya ku ev çend roj in em dijîn, rewşeke ji nişka ve destpêkiriye nîne. Farqînê gelekî ji salên 1990'î kişandiye. Lewma bîra Farqînê gelekî zindî ye. Navçeyeke kuştinên kiryar ne diyar, windakirin, koçberî û xizanî dîtiye. Lê di heman demê de cihekî ku li ber xwe daye û ruhê xwe yê berxwedanê hînê gelekî xurt e. Li vê zemîna civakî û siyasî, bi destpêkirina polîtîkayên şer re heqaretên Serokkomar Erdogan ên li Kurdan dikin, zêde bikin. Van hemûyan hêrsa gel zêde kir. Dema operasyonên qirkirina siyasî careke din destpê kirin, gel gihaşt wê baweriyê ku ê mirin û windakirinên salên 90'î careke din bi serê wan de bê. Ji ber ku nexwest heman tişt dubare bibe, li dijî vê xwe bi rêxistin kir. Tevî jiyana bi şer re, di nava gel de hişê xweparastinê afirî. Du roj beriya 18'ê Tebaxê dorpêçkirina 3 taxan, wêneyê dayikan ên dest bi ço, di çapemeniyê de hatibûn weşandin. Ew wêne kurteberiya gelek tiştan bû. Ew wêne nîşaneya qutbûna dewlet û gel ji hev bû. Ji bo ya beriya niha bi serê wan de neyê serê zarokên wan, dayikan rahiştin ço û derketin pêşberî dewletê.

Bi taybetî operasyonên qirkirina siyasî rê li ber hêsa gel vekirin?

Ne tenê ew. Daxuyaniyên Serokkomar jî gelekî diyarker in. Gotinên wî yên berê ji bo aştiyê bilêv dikir hêvî da gel, lê piştî gotina 'Pirsgirêka Kurd nîne' her roj heqaretê li gel dike, înkar dike. Van daxuyaniyan hêviyên gel şikandin. Wekî din, hejmara malbatên zarokên wan li nava refên gerîla ne, li Farqînê gelekî zêde ye. Êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê fikar û hêrs zêde kirin. Van hemûyan di nava gel de rê li ber derketina refleksa xweparastinê vekir. Beriya dorpêçî û berxwedanê, tîmên taybet ketin nava bajêr û gelek sixêf û heqaretên ku niha fedî dikim bilêv bikim, li gel kirin. Gotina herî sivik a tîmên taybet 'ji malê derkevin ku em we bişînin cenetê' bû. Min ev yek ji Qeymeqamê Farqînê re got, min jê re got, 'Tîmên tevgera taybet gel tehrîk dikin, dixwazin gel derxîne kolanan û komkujiyê bikin. Divê pêşî li vê bê girtin.'

Bersiveke bi çi rengî ji we re hat?

Gotin, 'Ti pirsgirêka hêzên ewlekariyê bi gelê sivîl re nîne. Eger hebe bi yên çekdar re heye. Hesasiyeta hêzên ewlekariyê li pêşberî gel heye'. Lê belê me dît ku ev ne rast e. 2-3 caran min bi xwe dît. Bi hêsanî gule li gel direşandin. Di her axaftina bi qeymeqam re digotin, 'Bila xendek werin rakirin, em ê operasyonê nekin'. Gel jî got, 'Berê jî gotibûn ku wê operasyonê nekin, me ji wan bawer kirin, lê ji nişka ve deriyên me şikandin, avêtin ser malên me û zarokên me birin."

JI HELÎKOPTERÊ GULE REŞANDIN

Hûn dikarin yek ji bûyerên ku we gotin 'min jî dît' vebêjin?

Du roj beriya êrîşa mezin, me dît ku hêzên polîsan ketin û derketina taxan girtin. Dema me xwest bikevin hundir, qeymeqam ji me re got, 'wê operasyon were kirin'. Weke heyetê, em bi zorê ketin nava taxê. Leşker jî ketin nava taxê. Dîmenekî tirsnak bû. Bi qeymeqam û walî re axivîm, min ji wan re got, 'eger hûn leşkeran venekişînin wê komkujî rû bide'. Di wê kêliyê de helîkopter di ser me re difiriyan. Min bi xwe, qalikên fîşekên ji helîkopterê hatin reşandin, kom kir.

Ji helîkopterê gule hat reşandin?

Belê, belê. Qeymeqam got, 'jê derkevin, em ê nikaribin we biparêzin'. Min jî got, 'Eger hûn êrîşî gel dikin, ez jî li vir im' û derketim. Dema bi qeymeqam re diaxivîm, serdarekî got, 'Bila xwe vekişînin, ez ê jî leşkeran vekişînim. Eger di dema vekişandinê de ji wan gule bê reşandin ez ê wê taxê bi serê wan de hilweşînim'. Min jî got, 'Heta ku hûn wan leşkeran venekişînin, ev gel ji vir naçe. Em jî li vir in.' Bi saetan nîqaş hatin kirin, leşkeran xwe vekişandin, gel jî vekişiya. Ew roj bi vî rengî bi dawî bû. Lê belê qeymeqam timî digot, 'Ev ne biryara min e, hûn bi Walî re biaxivin'. Ji ber xeteriya rûdana komkujiyeke mezin, me jî bi Waliyê Amedê re hevdîtin kir. Min ji Walî re got, 'Bihêlin bila xendek bimînin, leşker û polîsan vekişînin. Bila gel bawer bike ku hûnê operasyonê nekin. Jİ xwe dema dît pêwîstî pê nîne wê gel xendekan bi xwe dagire'. Walî jî got, 'Ez nikarim tiştekî bikim. Ev biryar navendî ye. Hûn jî dizanin, ku ev biryar ne bi Wezareta Karên Hundir, ne jî bi Musteşariya Ewlekariya Cemaweriyê ve girêdayî ye."

SEGVANAN GULE BERDAN CIHÊ EM LÊ BÛN

Mebesta Walî, Serokkomar bû?

Min bi wî rengî fêm kir. Qeymeqam rojek beriya operasyona mezin got, 'Eger îşev heta saet 12:00 gel xwe ji kolanan venekişîne, leşker û polîs wê li taxê operasyonê bikin'. Piştî rojekê hewldana komkujiyê hat kirin. Piştî ku min bi Waliyê Amedê re hevdîtin kir, vegeriyam Farqînê, lê demeke dirêj nehiştin bikevim hundirê navçeyê. Ji bo bikevin nava navçeyê min gelekî hewl da. Êrîşên tîmên taybet destpê kirin. Polîsên tîmên taybet bi çekên giran, nîşan girtin û gule berdan. dema li kolanekê disekinîm, deriyê maleke 20 metre dûrî me şikandin û ketin hundir. Di hundir de kesek tinebû. Dema dîtin em li wan dinêrin, gule berdan me. Dûre derketin qatê jorê. Li ser banê wê avahiyê, segvanan gule li cihê em lê bûn reşandin. Parçeyekî şarapnelê yê ji dîwêr pengizî, li qirika keça endamê meclîsa şaredariyê yê AKP'yî ket. Her wiha li lingê jineke ciwan ket. Mirov nekarîbû xwe bigihînin 112'an, telefon hatibûn qutkirin. Bi zorê li hin nuqteyan dikişand. Elektrîk, av tine. Du welatiyan krîza dil derbas kirin, me nikarîbûn wan rakin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest dan. Dikan, mal hatin hilweşandin. Careke din li qeymeqam geriyam û min jê re got, segvan guleyan berdidin me. Qeymeqam got, 'Hesasiyeta hêzên ewlekariyê li hemberî gelê sivîl heye. Bi dîtina min, ew tiştekî wiha nakin'. Li Walî geriyam, min rewş jê re vegot. Weke her carê neketin bin berpirsyariyê.

Dorpêçî, êrîş çawa qediya?

Ketin nava kolanan, bend hilweşandin. Bombe, gule li malan barandin. 5 wesayît bi temamî şewitandin, maşîneke kar bi temamî parçe kirin. Li kolana navenda tenduristiyê heqaret li gel kirin, sixêf kirin.

Di vê demê de gel xwe ji kolana vekişandibû?

Belê, ciwanan, gel xwe vekişandibûn malên xwe.

Çend kesan jiyana xwe ji dest dan?

Ciwanek ji aliyê fîşekên polîsan ve hat qetilkirin. Du mirovên extiyar krîza dil derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan. Me nikarîbûn van welatiyên xwe bibin nexweşxaneyê. Ji ber ku kolan ji aliyê maşînên zirxî ve timî dihatin gulereşandin. Min ev hemû dît û ji we re behsa tiştên ku min bi çavên xwe dîtiye, dikim. Ji nû ve hevdîtin hatin kirin. Herî dawî danê sibehê avêtin ser mala Hevşaredara Me Yuksel Bodakçi. Em mêvanê mala hevala Yuksel bûn. Dema me bihîst Serokkomar got, 'Wê berdêla vê bidin'...

DEMA ERDOGAN AXIVÎ, ME FÊM KIR KU WÊ BIAVÊJIN SER MALAN

We fêm kir ku wê biavêjin ser malan?

Bêguman. Saet di 04:30 de 7-8 polîsên sivîl hatin. 1.5 saetê me li ber xwe da. Min got, 'Ez parlamenterim, mala parlamenter lê ye nabe lêgerîn lê bê kirin, binçavkirin lê bê kirin'. Gotin, 'Hûn biçin, em ê hevşaredarê we ji bo îfadeyê bibin'. Gelek nîqaş derket, ez dehf dan. Di dawiya dawî de jî li malê geriyan. Me dest li wan werdan. Herî dawî hevşaredara me kirin binçavan û birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. Bi Midûrê Emniyetê re axivîm, min jê re got ku merasîma cenaze heye, li navçeyê tansiyon bilind e. Dîsa heman bersiv dan me: Ev biryareke navendî ye. Di heman saetê de Hevşaredarên me yên Sûrê hatin binçavkirin. Çawa ketin hundir Serok Seyîd bi dev li erdê dirêj kirin û pê li pişta wî kirin. Dema hevsera wî li dij derket, çek lê kişandin. Eger li hemberî mirovekî hatiye hilbijartin vê dikin, wê demê li welatiyên ji rêzê çi dikin çi nakin.

Wê ji niha û pê ve çi bibe?

Travmaya bi serê gel de hat gelekî mezin e. Dikarîbû komkujiyeke mezin biqewimiya. Naxwazim li vê bifikrim.

Ji bo careke din dubare nebe divê çi were kirin?

Demek ji ya din zûtir divê çareserî û muzakere bê kirin.