Bloka Aştiyê li Farqînê lêkolîn kir
Bloka Aştiyê li navçeya Farqîn a Amedê lêkolîn kir.
Bloka Aştiyê li navçeya Farqîn a Amedê lêkolîn kir.
Bloka Aştiyê li navçeya Farqîn a Amedê lêkolîn kir.
Heyeta Bloka Aştiyê, li Farqîna ku pevçûnên dijwar lê rû dan, lêkolîn kir. Heyeta di serokatiya Berdevkê Bloka Aştiyê Gencay Gursoy de hat navçeyê, destpêkê Şaredariya Farqînê ziyaret kir. Heyete li vir ji aliyê Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Amedê Mehmet Alî Şîmşek, parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Huda Kaya, Sîbel Yîgîtalp û li ser navê Şaredariya Farqînê Zûhal Tekîner ve hatin pêşwazîkirin. Heyetê paşê li taxên Mescît û Tekel ên pevçûnên dijwar lê rû dan lêkolîn kir.
Berdevkên heyeta Bloka Aştiyê piştî lêkolînan ji bo bi Qeymeqamê Farqînê Murat Kutuk re hevdîtinê pêk bînin, çûn qeymeqamtiyê. Heyet piştî hevdîtina li qeymeqamtiyê vegeriya Amedê.