Dayikên Aştiyê: Divê Ocalan karibe di mercên azad û wekhev de muzakereyan bike
Dayikên Aştiyê li dijî polîtîkaya şer a AKP'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê û daxwazên xwe bi raya giştî re parve kirin.
Dayikên Aştiyê li dijî polîtîkaya şer a AKP'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê û daxwazên xwe bi raya giştî re parve kirin.
Dayikên Aştiyê li dijî polîtîkaya şer a AKP'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê û daxwazên xwe bi raya giştî re parve kirin.
Daxuyaniya Dayikên Aştiyê bi vî rengî ye: "Li çar aliyê cîhanê, em ji kîjan erdnigariyê ji kîjan baweriyê, ji kîjan nasnameyê dibin bila bibin hêsrê çavê me yek reng e. Ji ber ku me zarokên xwe bi hezar zehmetî parast, xwedî kir, êjand û mêjand, rengê êşa windakirina zarokê me yek e. Em dayikên aştiyê di salên 80 û 90’î de 17 hezar kuştinên kiryar ne diyar, cinayetên siyasî, dibin çavan de windahiyan e. Dîsa em dayikên 40 hezar canê ciwan ku me di demê şer û pevçûnan de winda kirin. Ji bo ku birîne me qalik bigire bi deh salane hinek ji me li hestiyê zarokên xwe digerin, hinek jî ji me li kujerên wan digerin. Di sala 1999 de em dayikên ku ji şer tesîr girtine û malbatên ku zarokên xwe winda kirine bûn Komala Dayikên Aşitiyê.
DAXWAZÊN DAYIKAN
Em dayikê ku di her rewşê de êş kişandî ji bo ku em daxwaziyê xwe bi we re parve bikin em li virin. Ji bo mirin û kuştin raweste, şansê xeyalên zarok û ciwanê me bijîn:
Di demeke nêzî de rêbazên bêpevçûn werin cih, şert û mercên agirbestê bi tahkîm çêbibe.
Heta îro ji aliyê desthilatdariya siyasî ve hewceyên pêvajoyên agirbestan nehat cih, siyaseta demokratik û çareserî jî nehat afirandin. Sekna siyaseta demokratîk ji bo demên agirbestan hewceyeke gelekî girîng e. Di serî de partiya desthilatdariyê, hemê sazî dezgehên siyasetê, pişgiriyê bidin çareseriya demokratîk û li aştiyê xwedî derkevin.
Şertên ku Birêz Abdullah OCALAN azad û wekhev muzakereyên siyasî bike amade bibin mutabakatên ku derkevin holê vîna siyasî piştgiriyê bide.
Girtin û binçavkirin bên rawestandin.
Daristanên ku ji bo ‘hewceyên ewlehiyê’ tên şewitandin werin rawestandin; xwazayî, çand, dîrok werin parastin.
Rewşa bêpevçûn ji aliyê çavê sêyemîn ve were şopandin û bibe perçeyê pêvajoya çareseriya demokratîk."