Piştî YPG/YPJ’ê Hesekê ji çeteyên DAIŞ’a dijminê mirovatiyê paqij kirin, xebatên li bajêr ji nû ve didomin.
ANF
HESEKÊ
în, 21 gelawêjê 2015, 14:10
Piştî YPG/YPJ’ê Hesekê ji çeteyên DAIŞ’a dijminê mirovatiyê paqij kirin, xebatên li bajêr ji nû ve didomin.
Ji bo diyarkirina hevserokên dîwanê û komîteyên meclîsa li Taxa Neşwa civînek hat lidarxistin. Di civînê de 35 endamên meclîsê, endamê Meclîsa Kantona Cizîrê Ekrem Mahşûs, Hevserokê Meclîsa Bajêr Elî Ferman û rayedarên PYD û TEV-DEM’ê amade bûn.
Di civîna ji bo diyarkirina komîte û hevserokên meclîsê de meclîsa dîwanê ya ji 5 kesan, bi awayê Sulh û Xizmetê 2 komîte hatin diyarkirin. Komîteya Sulh ji 13 kesan, Komîteya Xizmetê ji 12 kesan û wek hevserok Beraa Salih û Fethullah Ehmed Elî hatin hilbijartin.
'PÊVAJO LI SER ESASÊ BIRATIYA GELAN WÊ PÊŞ BIKEVE'
Salih a piştî hilbijartinê axivî got: “Weke li Hesekê li Neşwa jî pêvajoyeke nû destpê kiriye. Ev pêvajo wê li ser esasê biratiya gelan be. Bila di vê mijarê de gumana kesî tinebe.”
Taxa Neşwa ji aliyê çeteyên DAIŞ’a faşîst ve bi alîkariya Mûgannaînên girêdayî rejîma Baasê hatibû dagirkirin. Çeteyên ku demeke dirêj li taxê man bi dehan sivîl qetil kirin. Bi operasyoneke berfireh a şervanên YPG/YPJ’ê tax ji çeteyan hatibû paqijkirin.