Polîsan kesekî astengdar bi giranî birîndar kirin!
Li Milazgirê, çalakiya ji bo Kevser Elturk rastî êrîşa polîsan hat. Di êrîşê de polîsan mirovekî astengdar bi giranî birîndar kirin.
Li Milazgirê, çalakiya ji bo Kevser Elturk rastî êrîşa polîsan hat. Di êrîşê de polîsan mirovekî astengdar bi giranî birîndar kirin.
Li navçeya Mûş Milazgirê, çalakiya ji bo şermezarkirina îşkenceya li cenazeyê gerîlaya YJA Star Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin, rastî êrîşa polîsan aht. Polîsên ku êrîşî çalakiyê kirin, ava şid û gaza îsotê bi kar anîn. Di êrîşê de welatiyê astengdar ê bi navê Kenan Keklîk ji ber kapsula gazê ya li serî ketî, bi giranî birîndar bû.
GEL BIRÎNDAR RAKIR NEXWEŞXANEYÊ
Keklîk ê ku ker û lal e, ji aliyê gel ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Milazgirê. Tê gotin ku rewşa tenduristiya wî xetere ye. Gel bi keviran bersiv da êrîşa polîsan û li gelek nuqteyên navçeyê pevçûn dewam dike.