Ne 3, dozgerek lêpirsîna Pirsûsê dimeşîne

Lêpirsîna komkujiya Pirsûsê ya 33 şoreşger ji aliyê DAIŞ’a olperest a faşîst ve hatin qetilkirin, berevajî rayedarên hikûmetê ne 3, dozgerek lêpirsînê dimeşîne.

Lêpirsîna komkujiya Pirsûsê ya 33 şoreşger ji aliyê DAIŞ’a olperest a faşîst ve hatin qetilkirin, berevajî rayedarên hikûmetê ne 3, dozgerek lêpirsînê dimeşîne.

 

Platforma ji bo Pirsûsê Edalet ên hatine Rihayê ji bo agahiya der barê lêpirsîna komkujiya Pirsûsê ya di encamê de 33 şoreşger hatin qetilkirin bigirin îro li Edliyeya Rihayê bûn.

Platform destpêkê daxwaza hevdîtinê ji Serdozgeriya Komarê ya Rihayê kirin. Serdozgeriyê jî got wê saet 15:00’an bi parêzeran hevdîtinê pêk bîne.

‘DI CAREKÊ DE KARÊ SERDOZGER DERKET’

Lê di dema parêzeran li pêşiya edliyeyê daxuyanî didan, hevdîtina li gel serdozger bi hinceta “zêdebûna kar” hat betalkirin.

Platformê piştî daxuyaniya Baroya Rihayê jî piştgirî dida bi dozgerê lêpirsînê Îhsan Gungor re hevdîtin pêk anîn.

‘DOZGEREK LÊPIRSÎNÊ DIMEŞÎNE’

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin dozger Îhsan Gungor gotiye ku lêpirsînê tenê dimeşîne. Di daxuyaniyên piştî komkujiyê ji aliyê rayedarên dewletê ve hatibû diyarkirin ku 3 dozger hatine erkdarkirin.

Gungor ê diyar kir raporên otopsiyê nû temam bûne, hinek dîmenên kamerayên MOBESE’yan ketine dosyayan û ji parêzeran re got, “Ez têkiliyên bersûc lêkolîn dikim. Ev ne sûceke bi sere xwe bikare bike ye. Ez li ser hin têkiliyên din disekinim. Ez li ser DAIŞ’ê disekinim. Ez lêkolîneke der barê Semsûrê de jî dikim. Min ji bo guhdarkirina dayik û bavê bersûc talîmat şand.”

‘HAT XWESTIN KU LÊPIRSÎN BÊ BERFIREHKIRIN’

Parêzeran daxwazên xwe yên berfirehkirina lêpirsînê ji dozger Gungor re pêşkêş kirin.

Di daxwaznameyê de  hat diyarkirin ku agahiya Midûriyeta Polîsan a Riha û Pirsûsê, jenderme, Qeymeqamtî û saziyên îdarî ji bernameya ciwanên SGDF’yî yên bi armanca ji nû ve avakirina Kobanê hatibûn Pirsûsê hebû. Hat diyarkirin ku beriya komkujiyê ti polîs li pêş û rexê Navenda Çand a Amarayê tine bûn. Di daxuyaniyê de behsa têkiliya bersûcê yekem ê komkujiyê Şeyh Abdûrahman Alagoz û têkiliya wî ya bi DAIŞ’ê re hat kirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin, “Gotin di cih de be, terorîst bi rehetî bêyî ku rastî kontroleke ewlekariyê bê ketiye hundirê Navenda Çand a Amarayê û ev komkujî pêk hatiye. “

Parêzeran dan zanîn ku komkujiya Pirsûsê sûceke li hemberî mirovahiyê ye. Parêzeran rexne û pêşniyarên xweyên der barê pêvajoya lêpirsînê de rêz kirin. Her wiha parêzeran xwestin ku biryara veşartîbûnê ya li ser dosyayê bê rakirin û ji kontrola raya giştî re bê vekirin. Parêzeran xwestin têkiliyên bersûcan derxin holê û doz weke “sûcê rêxistinkirî” were lêpirsînkirin. Parêzeran xwestin ku dîmenên mehekê yên kamerayên MOBESE yên cihê bûyerê jî tevlî dosyayê  bê kirin.

‘WÊ SERÎ LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN BIDIN’

Platforma ji bo Pirsûsê Edalet xebatên xwe yên li Rihayê temam kirin û ji bo rakirina biryara veşartîbûnê wê roja 26’ê Tebaxê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.

...