Terora dewleta Tirk a ji ber konsepta şer a AKP'ê li navçeya Colemêrg Şemzînanê meşand, gel xist nava zor û zehmetiyan.
Beşeke mezin a gundê Şapatan ê Şemzînên ku bi rojane tê bombekirin, vala bû. Gund di 17-18-19'ê Tebaxê de rastî êrîşa leşkeran hatibû. Tabûra Tekelî obus, hawan û roket avêtibû gund û ji ber vê êrîşê 4 kes birîndar bûbûn, zêdeyî 20 mal jî hilweşiya bûn.
Ji ber êrîşên dewletê, şêniyên herêmê çûn cem xizmên xwe yên li gund û navenda navçeyê.
Der barê mijarê de Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz agahî da û diyar kir ku nûçeyên dibêjin, "Li Şemzînanê koça mezin. 13 hezar kesan koç kirin" ne rast in. Yilmaz da xuyakirin ku koçberiyek heye, lê belê hejmara tê dayîn dûrî rastiyane û got, "Li gundê Şapatanê zêdeyî 100 mirov man. Ji navenda nûçeyan hin mirov çûn gundan. Lê belê ev hejmar 13 hezar nîne. Her wiha ev koç, ne koça mîna salên 90'î ye. Gel çû cem xizmen xwe yên li gundên din, ku ewle dibîne. Li bajêr jiyan asayî dibe. Di nava hefteyekê de gelê me wê li malên xwe vegere."