Meşa piştgiriya bi hevşaredaran re hat astengkirin

Xebatkarên Şaredariya Sûrê binçavkirina hevşaredarên xwe protesto kirin.

Xebatkarên Şaredariya Sûrê binçavkirina hevşaredarên xwe protesto kirin.

Ji bo serbestberdana Hevşaredarên Sûrê Fatma Şik Barût û Seyîd Narîn ên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, xebatkarên şaredariyê û nûnerên Tum-Bel Sen xwestin ber bi avahiya edliyeyê ve bimeşin. Xebatkarên rastî astengiya polîsên dewletê hatin, li ber avahiya şaredariyê rûniştin û li çepikan dan.

'LI HEMBER KOMKUJÎ Û ŞER EM HIŞYAR BIN'

Hevserokê Şaxa TUM-BEL SEN a Amedê Muhsîn Uyanik diyar kir ku li hember komkujî û şerê ku bi awayekî bê pîvan û bê hiş li herêmê tê meşandin li vir in û di vê mijarê de banga hişyariyê li gel dikin. Uyanik got ku dema binçavkirina hevşaredaran qediyaye û astengiya polîsan jî şermezar dikin.

Uyanik ragihandin ku wê çalakiya ‘5 Deqeyan Rawestandina Jiyanê’ her roj saet 15.00’an wê bê lidarxistin.