Ji partiyên Başûrê Kurdistanê ji bo serokatiyê projeya hevpar - HAT NÛKIRIN

Ji bo krîza serokatiyê ya li Başûrê Kurdistanê bê çareserkirin, bi tevlîbûna 5 partiyên siyasî ev du roj in li Hewlêr civîn pêk tê. Di civînê de biryara amadekirina projeyeke hevpar derket.

Ji bo krîza serokatiyê ya li Başûrê Kurdistanê bê çareserkirin, bi tevlîbûna 5 partiyên siyasî ev du roj in li Hewlêr civîn pêk tê. Di civînê de biryara amadekirina projeyeke hevpar derket.

Civîna ji bo çareserkirina krîza serokatiya Başûrê Kurdistanê ya bi tevlîbûna partiyên siyasî bi dawî bû. Di daxuyaniya piştî civînê de hat diyarkirin ku partiyan biryar girtine projeyeke hevpar bê amadekirin û komîsyona yasayê li ser projeya yasaya bêamadekirin bixebite.

Bi tevlîbûna PDK, YNK, Tevgera Goran, Partiya Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistan û Komela Îslamî ya Kurdistan ev du rojin ku civîn pêk tê, îro  endamên komîteya yasa jî amade bûn. Hat diyarkirin ku di civînê de biryar hatiye girtin her pênc partî projeyeke hevpar amade bikin û komîsyona yasa li ser vê projeyê bixebite.

Civîn ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat, hat ragihandin ku wê partî roja Yekşemê li Silêmaniyê careke din bên gel hev.