Li Nisêbînê 3 kes hatin girtin

Di operasyonên siyasî yên li Nisêbînê de 3 kes hatin girtin û kesek jî serbest hat berdan. Hat hînbûn ku kesên hatine girtin birine Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

Di operasyonên siyasî yên li Nisêbînê de 3 kes hatin girtin û kesek jî serbest hat berdan. Hat hînbûn ku kesên hatine girtin birine Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

Di serdagirtinên malan ên duh li Nisêbîna Mêrdînê 4 rêveber hatibûn binçavkirin. Hat zanin ku ji kesên hatibûn binçavkirin Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê Sabîha Gunduz, hevserokên MEYA-DER'ê Salîh Cebe û rêveberê DBP'ê ya Nisêbînê Erhan Dînç hatin girtin û rêveberê DBP'ê ya Nisêbînê Ramazan Artan serbest hat berdan. Hat hînbun ku kesên hatine girtin jî bi hinceta îlankirina rêveberiyên cewherî hatine girtin û ew birine Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.