Total kargeheke din a hilberîna komirê girt

Sozên li ser terikandina hilberîna komirê, ku bandorê li germahiya global dike, dereng be jî bi cih tên anîn.

Sozên li ser terikandina hilberîna komirê, ku bandorê li germahiya global dike, dereng be jî bi cih tên anîn. Şîrketa Total a Fransayê, kargeheke din a mezin a enerjiya komirê hildiberîne, girt. Total soz daye ku heta dawiya salê hilberîna li vê qada enerjiyê bi temamî biterikîne.

Di daxuyaniya ji aliyê şîrketa Total ve hat dayîn hat ragihandin ku mîna beriya niha hatibû ragihandin, hilberîna komirê ya li Başûrê Afrîkayê hatiye sekinandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku karê kargeha bi navê Total Coal Soûth Afrîca ji 20'ê Tebaxê û vir ve hatiye rawestandin.

Şîrketê da zanîn ku peymana li ser sekinandina xebatên kargehê ji aliyê hikûmeta Başûrê Afrîkayê ve hatiye erêkirin û diyar kir ku hilberîna komirê wê bi giştî beriya sala 2016'an biqede. Totalê par jî biryar dabû ku karê kargeha xwe ya komirê ya bi navê Exxaro Ressoûrces bisekinîne.

Di demeke ku rexneyên li ser germahiya global di asta herî bilind de ye de, tevî şîrketa Total a Fransayê, gelek şîrketên sereke yên hilberînerên petrol û gazê yên cîhanê, soza sekinandina hilberîna xwe dabûn. Şîrketan dabûn xuyakirin ku ew ê li şûna komirê giraniyê bidin hilberîna gaza xwezayî ya kêmtir karbondîoksîtê (CO2) belav dike û bi vê armancê xwestibûn ku buhayê komirê bê zêdekirin.