Balafirên şer ên artêşa Tirk Garê bombe dikin

Hat diyarkirin ku balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Garê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bombe dikin, li herêmên Metîna û Qendîl jî tevgereke hewayî ya zêde heye.

Hat diyarkirin ku balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Garê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bombe dikin, li herêmên Metîna û Qendîl jî tevgereke hewayî ya zêde heye.

Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirk ji saet 22.00’an ve herêma Garê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bombe dikin. Têkildarî encamên bomberdûmanê ku agahiyeke zelal nehat bidestxistin, hat diyarkirin ku tevgera hewayî bi awayekî zêde didome.

Her wiha hat destnîşankirin ku balafirên şer ên artêşa Tirk bi awayekî zêde li herêma Qendîlê jî digerin.