Gelê Wanê dixwaze dorpêça polîsan rabe

Li taxên Hacibekîr, Suphan, Şehîd Firat û Karşiyaka yên Wanê dorpêça polîsan a ev demeke didome berdewam dike. Li taxên ku timî di bin bombeyên gazê de tên hiştin û mirov nikarin derve, gel dibêje, ‘Êdî bes e’.

Li taxên Hacibekîr, Suphan, Şehîd Firat û Karşiyaka yên Wanê dorpêça polîsan a ev demeke didome berdewam dike. Li taxên ku jiyan hatiye felçkirin, pêkanînên  mîna rewşa awarte rû didin. Li taxên ku timî di bin bombeyên gazê de tên hiştin û mirov nikarin derve, gel dibêje, ‘Êdî bes e’.

Li Wanê û taxên wê dorpêça polîsan a 6-7-8’ê Cotmehê destpê kir, di rojên dawî de bi awayekî zêde didome. Bi taybet di pevçûnên di navbera ciwanên ku ji bo 15’ê Tebaxê pîroz bikin derketin kolanan û polîsan de, polîsên tax dan ber bombeyên gazê jiyan felç kirin. Niştecihên taxê yên têkildarî mijarê nêrînên xwe anîn ziman dixwazin dorpêça polîsan rabe.

'DIBE KU HER KÊLÎ MIRIN RÛ BIDIN; DIVÊ DAWÎ LÊ BÎNIN'

Halîma Aslan a ji ber bombeyên gazê camên mala wê şkestin, diyar kir ku sedema şerê rû dide hikûmeta AKP’ê ye û got: "Em wek gelê taxê êdî nikarin derkevin derve. Ji ber gazên diavêjin mimkun e her kêlî mirin rû bidin. Ewlehiya canê me di bin tehdîdê de ye û divê demldest dawî li vê bê anîn.”

Niştecihekî din ê taxê jî got: "Dema li taxê ti bûyerek nînbe jî polîs bombeyên gazê diavêjin taxê. Zarok û nexweşên me hene.”

JI BO WALIYÊ WANÊ BANGAWAZÎ

Cîgirê Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Fadil Bariştiran jî ji ber tiştên ku gelê taxê pêre rû bi rû dimînin banga hişyariyê kir. Bariştiran nerazîbûn nîşanî tiştên li taxên Hacibekîr, Karşiyaka, Şehîd Firat û Suphan rû didin da, bang li Waliyê Wanê kir ku dorpêça polîsan bê rakirin. Bariştiran bal kişand ku hikûmeta AKP’ê çiya û erdnîgariya Kurdan texrîb dike, navçeyan bi rojane di bin dorpêçê de dihêle û komkujiyan pêk tîne.