Ji bo meşa sibe ya li Wanê banga tevlîbûnê hat kirin

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên bajarê Wanê bi daxuyaniyeke hevpar bang li gelê Wanê kirin, ku tevlî meşa girseyî ya sibe bibe.

Der barê çalakiya girseyî ya sibe li Wanê tê lidarxistin de li avahiya DBP'ê ya Bajarê Wanê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva, Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn û Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci amade bûn.

Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva daxuyanî da û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li hemberî HDP'ê têk çûye, biryar daye berdêla encamên hilbijartinê bi şerê li dijî gelan re, derxîne holê. Hayva ragihand ku ji ber şerê AKP'ê daye destpêkirin di nava mehekê de bi sedan sivîl, gerîla, leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dane û da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê qîma xwe bi vê jî neaniye; operasyonên xwe yên qirkirina siyasî bê navber didomîne.

Hayva bibîr xist ku piştî Hevşaredarên Sûr, Farqîn û Colemêrgê duh Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Çetîn jî hatiye girtin û operasyonên qirkirina siyasî û tinekirinê yên hikûmeta AKP'ê şermezar kir.

Hayva bang li AKP'ê kir ku di serî de Hevşaredarên wan hemû kesên di vê demê de girtiye serbest berde û ji nû ve li maseya muzakereyê vegere.

Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva di dewama daxuyaniya xwe de ragihandin ku li dijî şer ji bo parastina aştiyê ew ê li kolanan bin û got, "Sibe saet di 17:30 de piştî kombûna li Tûşba Beşyol û hala Zebzeyan a Îpekyolû, em ê heta Navenda Kar a Şaredariya Bajarê Mezin bimeşin û li vê derê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Em bang li tevahiya gelê xwe yê Wanê dikin ku tevlî meşa me ya girseyî û daxuyaniya çapemeniyê bibe."